Ain't No Sunshine jî sêwî ma
Stranbêjê ku ji nava kezebê bi tevahiya ruhê xwe stranên xwe digotin, Bill Withers di 81 saliya xwe de ji ber nexweşiya dil wefat kir. Bill Withers xasma jî salên 1970’yî, bi stranên bûyî hît ên weke “Lean on Me,” “Lovely Day” û “Ain’t No Sunshine” navdar bûbû. Doh malbara wî wefata wî li bajarê Emerîkayê, New Yorkê ragihand.
Bill Withers bi temamî 9 albûm derxistin. Albûma wî ya yekê jî “Just As I Am” bû di vê albûmê de strana wî ya herî navdar “Ain’t No Sunshine” jî hebû. Jixwe bi vê albûmê wî yek ji sê xelatên xwe yên Grammyê wergirtibûn. Wî gelek projeyên hevpar jî kirin û di nava van de "Just the Two of Us" a tevî saksafonîstê jazzê Grover Washington Jr. Jî heye ku Hezîrana 1980’yî hatibû derxistin.
Kovara Rollign Stone ji devê malbata wî li ser wî doh wisa nivîsî: “Mirovekî tenê bi dilekê ku dixwest xwe bigihîne dinyayê, bi muzîk û şiira xwe, ew ji dil bû bi mirovan re û wî mirov digihandin hev. Çi qasî jiyana wî taybet bû bi malbat û hevalan re, muzîka wî heta hetayê ya dinyayê ye.”
Strana wî “Ain’t No Sunshine” li ser Youtubeyê peyda dibe:
https://www.youtube.com/watch?v=CICIOJqEb5c
NEW YORK