Ev awa ajanî bi navnetewî wek "anthropomorphe, interface agentin" jî tê bikaranîn, armanca vê awa ajaniyê ew e ku têgîhîştina tê xwestin bi alîkariya bangaşiyê di mêjiyan de bi cih kirine. Yan jî ji bo pejirandindayîna armanca xwe bangaşiyeke reş bikaranîn e. Di zimanê tirkan de wek "algi operasyonû" jî tê bikaranîn. Ev awa ajanî pirralî ye, dikane di her warê jiyanê de were bikaranîn.
Di warê aboriyê de ev ajanî bi awayê reklamê derdikeve pêş. Dema hilberîneke nû, tişteke nû derdikeve, berê hin kesên wek telalan vê hilberînê digirin, di kuçeyan de bi qêrîn û halan, bi şovên pesnandinê didin nasandin û difiroşin. Hemû reklamên di medya dîjîtal û nivîskî de li ser vê bingeha danasînê û di mêjiyan de rûniştindayînê dimeşe. Ango reklam jî formeke vê ajaniyê ye.
Pirraniya partiyên bi hêz û dewlemend li gor xwe torbendeke çapemeniyê afirandine. Dema dixwezin polîtîkayekê bi gel bidin pejirandin, berê bi alikarîya vê sîstema ajaniya bandorî di medya dîjîtal û niviskî de li ser rêya têgihandinê de bangaşiyeke gelek karlêker derdixe pêş, kêliya gihîştin wê baweriyê ku dem hatiye jî, polîtîka xwe dikin qada jiyanê.
Ev awa ajanî yan jî ajaniya bandorî herî zêde û pirralî li dij Tevgera Azadî tê bikaranîn. Berê bangaşiyeke reşkirinê bi awayekî bê sinc didin meşandin. Kêliya bala giştî li gor polîtîkaya wan gihîşt xaleke têgihîştinê jî, êriş dikin.
Pirraniya rojnameger û kolomnîstên torbendên çapemeniya dagirkeran di nav vê forma ajaniyê de bi awayên pisporane hatine perwerdekirin. Bi hostatiyeke wisa vê hunerê bi kar tînin, tew haya mirovan jê çênabe. Wek mînak kolomnîstên tirkan, berê hevokek û du hevokên bi mirovan xweş tê dinivisînin û li pey jî armanca xwe ya bingehîn di forma ajaniya bandorî de derdixin pêş. Pirrên caran ku mirov bi bal nebe, dikeve vê dafika wan.
Gelek caran jî hin ajanên xwe yên di nava siyasetên dijber, komên dijber de ji bo vê ajaniya bandorî bi kar tînin. Ev bi çend awayan pêk tê. Yek dixebitin ku ew koma ketine nav bi tevahî biguhezîne ajaniya bandorî, li gel wê jî ew kesên wek ajan bi xwe jî nivîsan amade dikin. Di encamê de digihîjin xala biqirêj.
Dewleta tirk li gel operasyonên şikandina berxwedan, parçekirinê, berê xwe da siyasetên kurd yên li ser têkçûnê bûn û ew bi awayên ajanên bandorî ji nû ve rêorganîze kirin. Dema mirov hemû nivîsên siyasî yên di malperên wek Rizgarî, Nefel, yan jî hin kom û komikên din dinirxîne, analîz dike, bi hêsanî dibîne ku di naveroka van nivîsan de tu rexne û teşhîrkirina dagirkeran, ango dewleta tirk tune. Hemu nivîsên wan di forma êrişkirin, reşkirin, herî avêtin, piçûkxistin, henekê xwe kirina bi kesayetiyan û polîtîkayên tên meşandin, dane rûniştandin. Bi formeke profesyonel ajaniya bandorî dikin.
Alternatîf afirandin, yan jî polîtîkayên alternatîf pêşkêş kirin, ji bo van alternatîfan pêkanînan sazî afirandin di van komikên ketinin defika ajaniya bandorî de tune. Heta dijminahiya sazîbûn û hêzbûnê derdixin pêş, nefretê diafirînin. Tenê bi vê jî namînin, ji bo ku bikanin mêjiyan tevlihev bikin, qanal bi qanal digerin, axaftinên xwe yên reşkirinê li ser viran didin rûniştin.
Ev awa ajanî êdî ji hin sinoran jî derbas bûye, bûye wek saweke, nexweşiyeke komî û kronîk, Mirovên li der û dora xwe jî vê re dirizînin. Medya dijîtal ji faşîst û nijadperestan zêdetir dilewitînin. Ji sînorên edep û rawişta mirovbûnê ji zû ve derbasbûne. Tenê wek makîna kurk her û her ajanên bandorî diafirînin. Gelek caran jî di bin navên pîroz yen wek “serxwebûn, kurdewarî, welatparêzî, rewşenbîrî ûhw.” de vê dikin.
Divê mirov di vî warî de gelek şiyar be, vê rastiya ku ji aliyê hin der û dorên wek ajanên bandorî tên bikaranîn zû bibîne û nekeve dafikên wan. Divê mirov bikane çend gotinên bi hostayî hatine bikaranîn zû bibîne û armanca wan têbigihije. Hemû kesên di bin navên qaşo «kurd aydini» de derdixin televizyonan, ajanên bandorî ne.