Dozger Çîmen di îdîanameyê de de îdîa kir ku Akademiya Siyasetê ya BDP'ê Navenda Perwerdehiya PKK'ê ya Bajare.
Dozgerê Bi Rayeya Taybet ya Komarê ya Stenbolê Adnan Çîmen, 2 meh berê dest bi amadekirina îdîanameya derbarê 150 jê girtî 180 siyasetmedar û akademîsyenên ku di nav de Prof. Dr. Buşra Ersanli û nivîskar Ragip Zarakolu jî heye, kir. Hate zanîn ku, Dozger Çîmen heta niha 2 hezar rûpel îdîaname amade kir û dê heta serê mehê îdîanameyê temam bike. Hate hînbûn ku, dê îdîaname dê ji 2 hezar û 500 rûpelan pêk bê. Çîmen îdîa kir ku Prof. Dr. Buşra Ersanli û Nivîskar Ragip Zarakolu di kadroya akademiya rêxistinê de cih digire. Di doza ku Prof. Dr. Ersanli û Zarakolu bi îdîaya "Alîkarî dane rêxistinê" tên daritandin de îdîaname li ser 5 "Şahiden nepen" hatiye amadekirin.
Dozger Çîmen di îdîanameyê de îdîa kir ku, Akademiya Siyasetê ya BDP'ê Navenda Perwerdehiya PKK'ê ya Bajare. Dozger, îdîa kir ku Prof. Dr. Ersanli li vir dersê dide. Dozger, îdia kir ku li ser navê rêxistinê civîn pêk anîne û plana çalakiyan hatiye kirin. Dozger, da zanîn ku li vir bingehê perwerdehiya kadroyên çiyê û leşkerî tên kirin û kesan li vir perwerde dikin û dişînin nava rêxistinê. Dozger, îdîa kir ku çalakiyên ji bo Hatip Dicle û şewatên maşîneyan jî li vir hatiye plankirin.

ANF/STENBOL