Tuna Altinel li Zanîngeha Lyonê ya li Fransayê dersdar e. Niha qedexe danîne ser û ew nikare ji Tirkiyeyê veqete. Sûcê dixin stûyê wî jî ew e ku beşdarî civîneke alîgirê Kurdan bûye li Fransayê. Tuna Altinel ji Nîsana 2019´an ve asê maye li Tirkiyeyê ji ber ku rayedaran pasaporta wî desteser kiriye. Ew hê jî nizane ka ew ê karibe biçe Fransayê da ku dersan bide yan na: "Ez nizanim ka gelo ez ê karibim îsal beriya ders dest pê bikin, biçim zanîngeha xwe." Dewleta Tirk gelek akademîsyenên li derveyî Tirkiyeyê ders didan bi vî rengî mexdûr kirine. Bi ser halan de Tuna Altinel 24´ê Çile ji doza li dijî xwe beraet kiribû. Piştî wê hê jî pasaporta wî nehatiye dayîn. Sûcê xistibûn stûyê wî ew bû ku ew beşdarî civîneke şaredariya Villeurbanne ya dostaniya Kurdan bûye ku 21´ê Sibata par bi rê ve çûye. Li wir wî werger ji bo Faysal Sarilyildiz kiribû ku behsa êrişên qirkeriyê yên delweta Tirk li dijî xwerêveberiya Kurdan dikir. STENBOL