Kurd-Akad: Em weke akademîsyen li vir berpirsiyar in. Niha girîng e ku em pîşe û behremendiyên xwe bêhtir bi kar bînin da ku em Rojava xurttir bikin.
Tora Akademîsyenên Kurd KURD-AKAD´ê bang li xwedî pîşe û akademîsyenan kir da ku li ser rojava û li dijî şerê qirkirina Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meqaleyan binivîsin, bi raya giştî re û bi civat akademiyê re nihêrînên xwe parve bikin. Di heman demê de wê weke Akademîsyenên li dijî şerê li dijî Rojava jî kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin.
Tora Akademîsyenên Kurd KURD-AKAD´ê got, “Em weke akademîsyen li vir berpirsiyar in. Niha girîng e ku em pîşe û behremendiyên xwe bêhtir bi kar bînin da ku em Rojava xurttir bikin.” Piştre jî ev banag xwe kir:
- Kampanya meya îmzekirina “Zanyar û akademîsyenên li dijî şerê li bakurê Sûriye / Rojava” heta 30.10.2019´an îmze bikin (info@kurd-akad.com)
- Heta 30.10.19´an ji bo Rojava gotareke kurt (1500 herf; Ingilîzî, Kurdî an jî Elmanî) binivîsin. Em ê van gotaran kom bikin û bi hev re weşînin. Di wê de hûn dikarin nerazîbûna xwe îfade bikin, nirxandina polîtîk ya bûyeran binivîsînin, daxwazan pêk bînin, modela Rojava şirove bikin.
- Bi organîzekirina semînereke li ser vê mijarê li zanîngehan, piştgiriyê bidin rojên çalakiyan di navbera 11-14´ê Mijdarê de “Zanyar û akademîsyenên li dijî şerê li Rojava”.
- Heger we gotarên zanistî yên têkildarî vê mijarê nivîsandine, ji kerema xwe, wê dîsa biweşînin. Em ê kêfxweş bibin ku kopiyek an girêdanekê jê wergirin.
- Ji rojnameyên herêmî û neteweyî re nameyan binivîsînin. Ji bo medyayê bibin kesê têkiliyê.
- Jêhatî û zanebûna xwe ya medya civakî ji bo helwestên me û ronîkirina reya gîstî bi kar bînin.
- Herin serdana Parlementerên Ewrûpî û yên Parlemena Neteweyî yên ku nûnerên herama we ne.
Êrişê rawestînin
Metna ji bo kampanyaya îmzeyan jî KURD-AKAD´ê bi sernavê “Zanyar û akademîsyenên li dijî şerê li bakurê Sûriye / Rojava” parve kir: “Artêşa Tirkiyê careke din êrişê bakurê Sûriyê / Rojava kir. Ev dorpêça leşkerî hiqûqa navneteweyî binpê dike û karesateke mirovahî pêk tîne. Bi sed hezaran mirovî mala xwe bi cih hişt û li ser riyan in, bi sed hezaran sivîlî jîyana xwe ji dest daye. Wekî din, DAIŞ xwe ji nu ve xurt dike. Bi sedan şervanên DAIŞ´ê ji girtîgehan revîyan. Êrişên terorîstî yên berê didin xuyakirin, ev êriş ji bo rojavayê cihanê, bi taybetî ji bo Ewrûpayê xetereyeke mezin e.
Rojhilata Navîn, ku bi dehsalan ji hêla şerê xetên nakokî yên etnîkî û olî ve tê nîşankirin, êdî ne hewceyî bêaramîkirineke din e. Aktorên demokrat ên li herêmê bilez hewceyî piştgiriya me ne.
Em, zanyar û akademîsyen, ji ber vê yekê daxwazîya:
- bidawîkirina zû ya êrişa leşkerî
- avakirina herêmeke bê firoke li ser bakurê Sûriyê
- rawestîna yekser a şandina çekan hemûyan ji bo Tirkiyê
- bidawîkirina Peymana Penaberan a Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyeyê.”
Îmzekerê pêşî
Di nava kesên pêşî ev metna Tora akademîsyenên Kurd ên li Elmanya, Brîtanya Mezin û Swîsreyê, Prof. Dr. Caucher Birkar, Prof. Dr. Joost Jongerden, Prof. Dr. Dr. Ian Ilhan Kizilhan, Prof. Dr. Michael Meyen, Prof. Dr. Norman Paech, Dr. Bahman Rostami-Tabar, Prof. Dr. Kariane Westrheim in.
Tirkiyeyê boykot bike
Li aliyê din kampanyaya îmzeyan a banga boykotkirina dewleta Tirk di asta navneteweyî de dike di nava akademîsyen û hunermendan de berfireh dibe. Zimanzan û fîlozofê navdar Noam Çomskî, antropolog David Graeber û muzîkjen Brian Eno jî li wan kesan zêde bûn ku dibêjin, di warê çandî de boykotê daynin ser Tirkiyeyê.
Grabergava banga piştgiriya vê boykotê dike dibêje, “Rojava rohniyeke hêviyê ye ji bo miletên vê dinyayê”.
Di çarçoveya kampanyayê de ji akademîsyenan tê xwestin zextê li zanîngehên xwe jî bikin. Mînakên weke hevkariya şirketa eskerî ya Aselsanê û zanîngeha Bristolê jî tê dayîn û tê xwestin li dijî van hevkariyan akademîsyen bi erka xwe rabin.
Di dawiya metna boykotê de tê gotin, “Tiştekî bike û li cem miletê Rojava cihê xwe bigire. Tirkiyeyê boykot bike.”