Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî ji van yek e. Akademiya Ehmedê Xanî di nav şert û mercên herî giran de bi coşek mezin di 21’ê sibata 2012’an de li Sûra Amedê hat vekirin. Her wiha di vekirina akademiyê de gelek zimanzanên tên nasîn jî beşdar bûn. Di înşakirina Ehmedê Xanî de piştgiriya gel jî gelek bû û gel bi qasî ji destê wan tê alîkarî da. Rêveberên ku hatin ser kar jî keda gel pişt guh kirin û xebat nemeşandin. Heya demeke kurt jî deriyê Akademiya Ehmedê Xanî girtî bû niha nû tê vekirin. Enstîtuya Kurdî ya Amedê jî navenda xwe ji vir pê de anî akademiyê û xebatan dimeşîne. Di heman demê de akademîsyen û rewşenbîrên Kurd jî zêde bala xwe nedan ser akademiyê. Heya niha ji xeynî hin komxebatên li ser ziman tu xebatên akademiyê xuya nakin. Akademiya ku bêxwedî maye dê ji vir pê de dest bi xebatan bike û di warê gelek mijaran de dê ji gel re bibe bersiv.

Li ser rewşa akademiyê û di pêvajoya înşakirina xweseriya demokratîk de rol û rista akademiyê dê çi be, Serokê Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî Abdurahman Bakir destnîşan kir ku ji vir pê de akademî li gorî navê xwe yê giran xebatan bimeşîne û li ser çand, huner, ziman û kelepora Kurdan xebatan bimeşîne.

Gihandina mamosteyên Kurdî 

Bakir, destnîşan kir ku akademî ji vir pê de dê bibe cihê gihandina mamosteyên Kurdî jî û li ser vê xebata ku bû kirin jî ev tişt anîn ziman: „Di asta yekemîn û duyemîn dê mamosteyên Kurdî li KURDÎ-DER’ê bên perwerde kirin û piştre li akademiyê hem di warê ziman hem jî warê pedogojîk de werin gihandin. Di meha îlonê de ev dê dest pê bike.” 
Bakir, da zanîn ku ew niha li ser kovarek jî disekin û ev kovar di du mehan carekê li ser navê akademiyê derkeve û wiha berdewam kir: “Ev xebat jî bi awayek profesyonel dê bê meşandin. Zêdetir naveroka vê kovarê jî ziman û biwêj bibin.” Bakir, diyar kir ku ew xebatek taybet jî dimeşînin û ev xebata jî pirtûkên dersan in. Bakir, bi lêv kir ku hin xebatên li ser pirtûkan jî bi encam bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirtûkên perwerdehiyê jî li ber destên me hene. Em wek xebatek cuda vê dinirxînin. Di wî warî de hin pirtûk li ber qedînê ye. Pirtûkên wek bîrkarî, zanîna civakê, waneya muzîkê tên amadekirin.”


GOKHAN ALTAY
/DÎHA/AMED