Akademiya Şehîd Rêzan Qamişlo, welatiyên Reqa û Dêra Zorê perwerde kirin.

Akademiya Civaka Demokratîk a Rêzan Qamişlo dewreyeke perwedeyê ya bîrdoziyê, bi tevlîbûna 32 endamên ji herêmên Dêra Zorê û Reqayê bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced dabû destpêkirin; akademiyê ev dewre bi dawî kir.

Dewre bi tevlîbûna 13 jê jin 32 kesên ji Reqa û Dêra Zorê hate destpêkirin. Di dewreyê de dersên bîrdozî û siyasî hatin dayîn. Endama Rêveberiya Akademiya Rêzan Qamişlo, Eylem Dêrik di merasîma bidawîkirina dewreyê de axivî û got: “Ev perwerde bandoreke wê ya li ser tevahiya endaman heye. Di dewreyê de endam zana dibin û fikrên xwe bi pêş dixin.”


ANHA / TIL HEMIS