Bi armanca bilindkirina asta têgihîştin û ramanî ya polîtîk, li Kantona Cizîrê 3 Akademiyên Perwerdeya Fikrî û Siyasî ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava hatin damezirandin. Akedemiyên hatine damezirandin bi navên “Akademiya Şehîd Baz Mordem a Siyasî” li Rimêlanê, Akademiya “Şehîd Rênas a Parastina Cewherî” li bajarê Qamişlo û “Akademiya Şehîd Amed a Siyasî” li bajarê Til Temirê hatin vekirin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava bi riya van akademiyan hewl dide da ku asta fikrî û zanistî ya ciwanan di hemû aliyan de bilind bike û ji bo çalak beşdarî nava xebatên şoreşa Rojava bibin. Her sê akademî dewreyên perwerdê ji mehekê heta 3 mehan dom dikin, ev dewre ji bo ciwanan tên vekirin. Di her dewreyekê de 25 heta 30 ciwan beşdar dibin. Di van dewreyên perwerdeyê de hişmendiya ciwanan di hemû aliyên siyasî, civakî, fikrî û leşkerî de tê bipêşxistin. Her wiha kesayeta nifşê ciwan bi pênasekirina dîrok û çanda herêmê tê afirandin.


Naveroka têr û tijî

Di perwerdeyê de waneyên siyasî û fikrî derbarê neteweya demokratîk, dîrok, jin, Rêveberiya Xweserî ya Demokratîk û semînerên derbarê rola ciwanan di hemû aliyên şoreşê de tên dayîn.

Di van perwerdeyan de her wiha dewreyên pispor di aliyên çapemenî, çand û huner û werzîşê jî de tên dayîn.

Perwerdeyên ji ciwanan re tên dayîn ne tenê di akademiyan de ne, lê belê li gelek navendên ciwanan ên li seranserî kantonê tên organîzekirin.

Rêveberê Buroya Çapemeniyê ya Yekîtiya Ciwanên Rojava Serbest Efrîn diyar kir ku ji bo kesayeta ciwanan a saxlem bê avakirin û rola xwe di hemû aliyên şoreşê aktîf bikin akademiyan hatine damezirandin. ,Her wiha Serbest Efrîn da xuyakirin ku armanca dewreyên perwerdeyê di Akademî û navendên girêdayî Yekîtiya Ciwanan de ew e ku hişmendiya ciwanan di hemû aliyan de bê pêşxistin.

Serbest diyar kir ku hejmara ciwanên beşdarî van perwerdeyan dibin her diçe zêdetir dibe û gelek ji ciwanên beşdarî van perwerdeyan bûne niha cihê xwe di nava hêzên YPG’ê û YPJ’ê de digirin.

Serbest di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên ji Rojava derketine kir ku vegerin welatê xwe û destkeftiyên şoreşê û gelê xwe biparêzin.


ALAN DAWÛD/ANHA / QAMIŞLO