Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku AKP'ê bi awayekî vekirî û zelal aşkera kiriye ku di polîtîkayên şer ên beriya hilbijartinê de wê ti guhertinê neke û destnîşan kir, ku ji ber polîtîkayên şer nepêkane rewşa bêçalakîtiyê bê dewamkirin.
KCK'ê da xuyakirin, ku heman piştî 1'ê Mijdarê, hikûmeta AKP'ê mîna 24'ê Tîrmehê bi dehan balafirên şer rakiriye û êrişî tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Di encama biryara dijwarkirina şer de, bi armanca tinekirinê êrîş ahtine kirin. Tevî êrîşên tinekirinê yên li hemberî gerîla, heman piştî hilbijartinê êrîşên li hemberî gel jî zêde kiriye. Li Geverê 2, li Nisêbînê 1, li Farqînê 4, li Colemêrgê 1 ciwan hatine qetilkirin. Gelek ciwan jî ji ber van êrîşan birîndar bûne. Li Kurdistanê gelek bajar û qadên bejahî weke herêma qedexekirî hatin îlankirin. Ev hemû êrîş, di nava demeke ku em di rewşa bêçalakîtiya yekalî de ne, pêk hatin."
Ji şerê salên 1990'î mezintire
KCK'ê bal kişand ser daxuyaniyên piştî hilbijartinê yên berdevkên AKP'ê û ev yek destnîşan kir: "Ev êrîş piştî daxuyaniya berdevkên AKP'ê ku heman piştî hilbijartinê gotin 'heta ku teslîm nebin ti gav nayê avêtin; operasyon û şer wê heta tesfiyeyê bidome' hatin kirin. Serokkomar jî bi gotina 'heta hemû teslîm bibin wê şer bidome' re, bi awayekî vekirî nîşan da ku wê di dema pêş de polîtîkayek bi çi rengî bimeşînin. Şerekî qirêj ê ku ji 12'ê Îlona Kenan Evren, ji salên 1990'î yên Çîller mezintir, tê meşandin.Helwesta hikûmeta AKP'ê û êrîşên hatin kirin, bi şêweyekî vekirî nîşan da ku bêçalakîtiya yekalî nema dikare bê meşandin. Ji ber vê yekê bêçalakîtiya yekalî, ji ber polîtîkaya şer a AKP'ê û van êrîşên tên kirin, bi dawî bûye."
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "AKP'ê bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê û bi şidandina tecrîda giran a li hemberî Rêber Apo re, polîtîkaya tesfiyekirina Tevgera Azadiyê xist meriyetê. Bi êrîşên di 24'ê Tîrmehê re şerê topyekûn hat girankirin. Pêkhatina rewşa bêçalakîtiyê ya dualî li aliyekî, da xuyakirin ku ew bêçalakîtiya yekalî jî nas nake. Bûyerên ku piştre qewimîn nîşan dan, bê AKP'ê çima şer dijwar kiriye. Bi 1'ê Mijdarê baştir hat fêmkirin, ku bi şer re xwestiye dest deyne ser desthilatdariyê û bi encamên hilbijartinê re vê desthilatdariya desteser kiriye, rewa bike. AKP'ê piştî hilbijartinê nîşan da ku ew ê bibe hikûmeteke şer."
Banga xurtkirina têkoşînê
KCK'ê helwesta ji niha û pê ve ya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nirxand û banga xurtkirina têkoşînê li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê kir.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Gelê me, vîna xwerêveberiyê ku vegotina demokrasiya xwecihî ye nîşan daye û berê xwe daye avakirina jiyana demokratîk a rêvebirina xwe bi xwe. Ev pêngava dîrokî ya demokratîkbûyîn û afirandina yekîtiya demokratîk a bi Tirkiyeyê re ya gelê me, bi êrîşên mezin re rû bi rû ye. Mafê herî rewa û bingehîn ê gelê me ye, ku vîna afirandina jiyana azad a mafdar, bi berxwedana xwe mîna duh ji niha û pê ve jî biparêze.
Bêguman, çawa ku hemû êrîş li dijî gelên Tirkiyeyê ye, girîng e berxwedan jî ji aliyê tevahiya gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ve bê meşandin. Ji ber vê yekê, wezîfeya herî bingehîn a vê demê ye ku hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bloka aştiyê ava bikin û li dijî faşîzma AKP'ê têkoşînê xurt bikin. Li ser vê bingehê em bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê dikin ku têkoşînê xurt bikin."
ANF/BEHDÎNAN