Êrîşa AKP'ê ya li hemberî parlementer, rêveber û endamên BDP'ê bê navber berdewam dikin. Li aliyekî di bin navê operasyonên “KCK”ê de rêveber û endamên BDP'ê tên girtin, li aliyê din jî parlementer, wezîr û serokwezîrê hikûmeta AKP'ê lînca siyasî li dijî BDP'ê dane destpêkirin. Wekîlê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokê Reveberiya Herêmî Parlementerê Manisa Huseyin Tanriverdi beriya civîna şaredaran parlementerên BDP’ê kir hedefa xwe û xwest di 1'ê cotmehê de dema Meclîsa Tirkiyeyê vebû parlementerên têkiliya wan bi rêxistinê re hebin bên zelalkirin û ji meclîsê bên dûrxistin.
Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdris Balûken, têkildarî daxuyaniyên Tanriverdî ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku ev rewşa tengbûn û xetimandina hikûmeta AKP'ê dide nîşan û wiha got: "Hikûmeta AKP'e di qada polîtîk de ketiye tengasiyek mezin. Piştî daxuyaniyên Serokwezir Recep Tayyip Erdogan li dijî gelê Kurd û BDP'ê êrîşên lîncê dest pê kiriye. Ev daxuyaniyên Tanriverdi diyar dike ku polîtîkayên AKP'ê îflas kiriye.”
Balûken, anî ziman ku daxuyaniyên AKP'î Tanriverdî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pir talûke ne û wiha got: "Ger ku parlementer bên girtin, dê şer gurtir bibe. Kuştin dê zêdetir bibe û windahî zêdetir bibin. Ev ji bo tu kesî ne baş e. Ev daxuyaniya Tanriverdî berpirsiyariyek herî xirab û serberdayî ye. Ev geşedan tev li ser fermana Erdogan pêş dikevin.”
ENQERE