Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoya rizgariya demokratîk, hikûmeta AKP’ê hişyar kir û ev tişt anî ziman: "Divê dewlet û hikûmeta Tirk bi cidî nêzî qonaxa duyemîn, Rêberê me, PKK û gelê Kurd bibe. Nêzîkatiyên heta niha hatine nîşandan, em rast û cidî nabînin. Ger ku di mercên Rêberê me de guhertin çênebe, dest ji çêkirina qereqol, rê, bendav û zêdekirina hejmara çeteyan neyê berdan û li gorî lihevkirina li Îmraliyê tevnegere em, gel û hêzên demokrasiyê vê yekê qebûl nekin."

Axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ku di girtina 9’emîn Civata Giştî ya Kongra Gel de kiribû   ji aliyê ANF’ê ve berfirehî hat weşandin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di axaftina girtinê de diyar kir ku di encama nirxandin û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kongre gihîştiye biryarên girîng û wezîfedariyên nû jî li ser pêşniyarên Ocalan hatine kirin. Bayik destnîşan kir ku bi Civata Giştî re bingeha pratîkirina pergala KCK'ê xurtir bûye û wiha got: "Nîqaşên hatin kirin û biryarên hatin stendin, wê xizmetî vê bikin. Ez di wê baweriyê de me ku em ê neteweya demokratîk a li ser bingeha konfederalîzma demokratîk ava bikin û xweseriya demokratîk xurtir bikin."
Bayik bal kişand ser girîngiya dema pêk hatina kongreyê û anî ziman ku kongre di rewşek girîng a siyasî û şerekî mezin ê li herêmê de pêk hatiye. Bayik ragihand ku ev rewşa şer ji bo wan xwedî avantaj û dezavantajan e û wiha pêde çû: “Di warê îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî de, em tevgera herî amadekar a herêmê ne. Di rewşa heyî ya siyasî de, şensê herî mezin ê serketinê, li cem gel û tevgera me hene."
Bayik da xuyakirin ku bûyerên dema dawî nîşan didin ku hêzên statukoparêz û noker êdî nema dikarin bi pergala xwe ya modernîteya kapîtalîst mîna berê gelan kontrol bikin. Bayik destnîşan kir ku eger paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê girtin, wê têkoşîna demokratîkbûyîn, azadî û biratiya gelên Rojhilata Navîn bi ser bikeve.

Xeta sêyemîn rêya serkeftinê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn ku xeta sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, mirovahiyê û riya serketinê ye û ev yek herî zêde di mînaka Sûriyê de xwe nîşan dide. Bayik anî ziman ku di avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk de gelê Kurd dê roleke girîng bilîze û di dema pêş de jî li gelemperiya Rojhilata Navîn bi bandor be. Bayik da xuyakirin ku hin hêz ji niha ve vê rastiyê tîne ziman û destnîşan kir ku êdî bêyî Kurdan Sûriyeya nû nikare bê avakirin.
Bayik bal kişand ser têkoşîna 40 salan a gelê Kurd û destnîşan kir ku bi vê têkoşîna tevgera Apoyî re, gelê Kurd li herêmê bûye hêza sereke û êdî bêyî Kurdan dengeyên li herêmê nikarin ava bibin û wiha berdewam kir: “ Kurdên rojavayê Kurdistanê bi pêkanîna şoreşê re, pêngaveke girîng daye destpêkirin û statuyek bi dest xistiye. Niha li başûrê Kurdistanê jî statuyek heye û di van hemû destkefiyan de rol û kedeke girîng a tevgera Apoyî heye.”

Diyalog berhema berxwedanê ye

Li ser polîtîkayên dewleta Tirk a ku dixwest par pêk bîne Bayik ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk di sala 2012'an de ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hemû derfetên xwe seferber kir û xwest encamê bigire. Li dijî vê, li Îmraliyê Rêber Apo, li çiyê gerîlayên me yên leheng, li zindanên Tirkiyê bi hezaran welatparêz û kadroyên me, berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Ligel vê gelê me yê Rojava şoreş pêk anî. Ev hemû, planên tûnekirinê yên li ser tevgera me dihat ferzkirin, pûç kirin. Vê rewşê dewleta Tirk neçar hişt ku li Îmraliyê bi Rêber Apo re dest bi danûstandinan bike û diyalogê pêk bîne. Ger dewlet û hikûmeta Tirk bi Rêberê me re dest bi diyalogê kiribin, ev bi saya berxwedan û hêza Rêber û tevgera me ye.
Bayik, bi lêv kir ku divê her kes wezîfe û berpirsyariyên xwe di dema xwe de bicih bînin û wiha domand: “Ji bo serkeftina vê pêvajoya ku Rêberê me daye destpêkirin, hewldanên xwe zêde bikin. Rêber Apo her tim digot, 'Ez her tim baş dixebitim, xebata bi min re wisa ne hêsan e. Yên bi min re hevaltiyê dikin, yên min qebûl dikin, divê rêbaza min a xebat û têkoşînê esas bigirin'. Ev yek, ji bo serxistina pêngav û pêvajoya dîrokî, ji bo me fermaneke.”


Me berpirsiyariyê xwe bicîh anîn
Bayik ragihand ku ji bo rêveçûna pêvajoyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Nêzîkatiya herî şaş a vê demê ew e ku bêyî têkoşîn were dayîn, nêrîna serxistna pêvajoyê ye. Rêber Apo kêmasî û şaşiyên bi vî rengî rexne dike û dixwaze hîn bêtir têkoşîn bê dayîn. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê leşkerên dîl serbest hatine berdan, agirbest hatiye îlankirin, biryara vekişîna gerîla ji bakurê Kurdistanê hatiye stendin û bi cih tê anîn. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rewşeke agirbestê ya mayînde rewşeke siyasî hatiye afirandin.”
Bayik diyar kir ku gelek derdor jî bi awayekî zelal tînin ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd berpirsyariyên xwe bi cih aniye, dewlet û hikûmeta Tirk beranberî vê yekê gav neavêtiye û dixwazin gavên berbiçav bibînin.  Bayik anî ziman ku tevgera azadiyê, qonaxa yekemîn a pêvajoyê bi serkeftî temam kiriye, lê heta niha dewleta Tirk berpirsyariyên xwe bi cih neaniye. Lewma qonaxa duyemîn bi awayekî têrker neketiye meriyetê. Bayik da xuyakirin ku hikûmet bi qels, sist û xemsarî nêzî qonaxa duyemîn dibe û bi lawazkirinê re dixwaze pêvajoyê di kontrola xwe de bimeşîne.

Divê gavên berbiçav bên avêtin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser vê xemsariya dewlet û hikûmeta AKP’ê ev hişyarî kir: “Divê bi awayekî cidî nêzî qonaxa duyemîn, nêzî Rêberê me, PKK'ê û gelê Kurd bibe. Nêzîkatiyên heta niha hatine nîşandan, em cidî û rast nabînin. Divê şert û mercên Rêberê me bên sererastkirin û pêşî li beşdariya aktîf a li pêvajoyê were vekirin. Ji bo azadiya Rêberê me gav bên avêtin. Lê belê di van mijaran de tu gav nehatin avêtin. Berovajî qereqol, bendav çêdikin û hejmara cerdevanan zêde dikin. Ji van hemûyan tê fêmkirin ku AKP pêvajoya çareseriyê bi pêş ve nabe, berovajî amadekariya şer dike. Ger mercên Rêberê me têde tê ragirtin neyên başkirin, çêkirina qereqol, rê û bendavan neyên rawestandin, dest ji zêdekirina hejmara çeteyan neyê berdan û li gorî lihevkirina li Îmraliyê gav neyê avêtin em, gelê me û hêzên demokrasiyê wê vê qebûl neke."
Bayik, di vê pêvajoyê de bal kişand ser rola hêzên parastina rewa û destnîşan kir ku divê hêzên parastina di warê îdeolojîk, rêxistinî û parastina rewa de xwe perwerde bikin, mezin bikin û xurt bikin û wiha pêde çû: "Divê HPG xwe di her alî de xurt bike û xwe ji bo her rewşê amade bike. Da ku pêvajoya nû ya Rêbertiyê daye destpêkirin biçe serketinê. Şer hebe û tune be, wate û roleke gelekî girîng a HPG'ê ji bo tevgera me û gelê me heye. Rojhilata Navîn di nava şerekî mezin de ye. Ev şer bi giranî jî li Kurdistanê tê meşandin. Heta çareseriyeke mayînde ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin, ji bo parastin û ewlekariya gelê me, sekna xurt a HPG'ê ji her tiştî girîngtir e. Ger HPG xwe bi pêş nexe, sekneke xurt nîşan nede û amadekariyên xwe neke, hingî pêvajo dê têkeve xeteriyê. Ev jî wê xefletek be."
Bayik da xuyakirin ku xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirandiye, civak, jin û mirovên Kurd veguherandiye hêzeke gelekî mezin û ev tişt anî ziman: “Ger îro ev tevger têk naçe, nikare were tunekirin û her tim bi pêş dikeve, encama vê rastiyê ye. Ji ber ku Rêberê me di vê tevgerê de xeta azadiya jinê esas girtiye. Ev xet; tevgerê, civaka Kurd, kesayetiya civakê xurt dike û hemû komployan pûç dike. Xeta azadiyê ya jinê, îro nasnameya xeta sêyemîn e. Jinên Kurd, li Rojhilata Navîn bûne hêza pêşeng a biratî, wekhevî, azadî û demokrasiyê. Têkoşîna azadiyê ya jinê, bi vê karektera xwe re bingeha mezin a serketina têkoşîna me afirandiye û bûye hêza herî bingehîn a têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê."

Seferberiya rêxistinbûyîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku li ser bingeha siyaseta demokratîk avakirina pergalê, di heman demê de xebata bilindkirina serhildanê ye û wiha got: “Ji ber vê yekê, rêbaza bingehîn a xebata dema pêş; rêxistinbûyîna li her qadê, avakirina konfederalîzma demokratîk û pêşxistina serhildanan e. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd, ligel Kurdan berpirsyarî dikeve ser milê hemû komên bawerî û etnîkî yên cuda û li ser vê bingehê bang li her kesî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin. Em ê vê meşa xwe ya mezin a azadiyê ku me ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê dane destpêkirin, bi biryardarî bimeşînin. Bêguman wê encamên vê jî derketin holê. Îro, dost jî dijmin jî her kes dizane û qebûl dike ku tevgera me hêza siyasî ya herî mezin e ku bandorê li dengeyên Rojhilata Navîn dike. Vê tevgerê, gelê Kurd kiriye hêza sereke ya herêmê." 

ANF/BEHDÎNAN