Kongreya Îslama Demokratîk û pêkhateyên wê, li ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û êrîşên li dijî cihên pîroz, daxuyaniyek da.
'Polîtikayên li dijî mirovahiyî li Kurdistanê tên meşandin'
Di daxuyaniya nivîskî ya kongreyê de hat ragihandin ku dewleta neteweya Tirk, asîmîlasyon, tehcîr, sirgûn û komkujî aniye serê hemû gelên Mezopotamya û Anatoliyê û hat gotin, "Ev polîtîkayên li dijî mirovahiyê yên nayên fêmkirin, zêdeyî çil salan e ku li Kurdistanê tên meşandin. Vî şerê qirêj herî dawî rûyê xwe li navenda bajarên Kurdan nîşan da. Vî şerî her wiha bandora xwe li berhemên dîrokî yên mirovahiyê jî kiriye. Dewleta neteweya Tirk ev hefteyeke li navçeya Amedê Sûrê bi qedexeya derketina derve re êrîş dike, cihên pîroz ên Misilmanan xera dike. Mînakên şênber ên vê yekê, Minareya Çarling û Mizgefta Kûrşûnlû ne. Dewleta netewe ya Tirk ku ji Milazgirê û vir ve hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan daye rûniştandin, divê xwe ji polîtîkaya gemarî ya ku hezar sale dimeşîne rizgar bike û pirsgirêka Kurd bi muetabên wê re li dora maseyê çareser bike."
Komên Îslamî hatin rexnekirin
Di dawiya daxuyaniyê de ev rexne jî hat kirin: "Desthilatdarî û hin komên ku îro xwe bi hesasiyeta Îslamî nîşan didin, li kîjan devera cîhanê êrîşek li hemberî nirxên Îslamî tê kirin, hesasiyeta xwe nîşan didin. Lê belê balkêş e, dema cih Kurdistan be, mixabin hesasiyeta xwe li pêşberî şewitandin û hilweşandina nirxên Îslamî nîşan nadin."
AMED