Rayedarên AKP´ê yên li Wanê hêvya xwe bi temamî ji xelkê birrîna û dizanin ku xelk wê dengê xwe nede wan. Ji ber wê jî bi gotinên, hûn HDP´ê hilbijêrin jî, wê qeyûm destdeynin ser îradeya we, gefan dixwin.

AKP’yî li Wanê bi gotina ‘Deng nedin HDP’ê ji xwe wê qeyûm bê wezîfedarkirin’ gefan dixwin li xelkê bajêr. Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê bajêr got, “Dixwazin moralê gel xira bikin.”

BDP´ê 30’ê Adara 2014’an di hilbijartinên herêmî de bi serketineke mezin 14 şaredarî bi dest xistin. AKP´a ku bi rêbazên cuda yên talankirinê piştî du salan ji 14 şaredariyan 12 xesp kirin, ji bo hilbijartinên li pêşiya me, dest bi derew û gefxwarinê kir.

 

Havênê rûmetê jî  bi xwe re nehiştin

AKP a ku ji bo hilbijarartina herêmî ku hewl dide hinek qeyûman namzet nîşan bide, bi parlameterên berê û li gund û taxan dest bi xebatê kiriye. Serokê AKP’a Wanê, Kayan Turkmenoglû ê hefteya bihurî li navçeya Erçekê xîtabî alîgirên xwe kir got: “Çiqas deng bidin HDP’ê bila bidin, HDP bi ser jî bikeve, wê dîsa qeyûm bên wezîfedarkirin. Ji bo vê, deng nedin HDP’ê, bidin me. Bi piştgiriya dewletê, em ê xizmetê ji bo we bikin.”

 

Gava mirov AKP´yî be şerm jî nake

Turkmenoglû piştî van gotinên xwe, li gel parlameterê AKP’ê yê berê Bûrhan Kayaturk, tevlî aktivîteyeke li gundê Kasimolû ya ser bi navçeya Tuşbayê bû û li wir peyivî. Kayaturk li vir got, HDP wê dîsa di hilbijartinên herêmî de li herêmê hemû şaredariyan bidest bixe. Kayaturk got, heta wê şaredariyên Tuşba û Westan ên di destê AKP’ê de ne jî bi dest bixin. Kayaturk got, “Di civînên me li qesrê kirî de, têkildarî hilbijartinan hinek biryar hatine girtin. Piştî hilbijartinan herî dereng bi mehekê, wê dîsa ji bo şeredariyên HDP’ê qeyûm bên wezîfedarkirin. Ji bo vê, dengê xwe nedin HDP’ê. Dengên ji bo HDP’ê diçin, dengên pûç in. Di vê hilbijartinan de her kes bila dengê xwe bide AKP’ê.”

 

Bi zarê dagirkeran  êrişî îradeya gel dikin

AKP ya ku beriya niha bi torosên spî gef li gel dixwarin, niha jî bi xespkirina şaredariyan dest bi gefxwarinê kiriye. Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê Wanê, Azîm Yacan got, “Bi hezaran qeyûman wezîfedar bikin jî wê dîsa gel dengê xwe bide HDP’ê. Ev daxuyanî ji bo hêvî û moralê gelê me kêm bikin, tên kirin. Em ji gelê xwe bi hêvî ne ku wê bersiva pêwîst bide van kesan.”

 

ANF/WAN

 
 

Dagirkerê şaredariyê milk difiroşe

   

Dagirkerê Şaredariya Artemêtanê dest bi firtona erd kiriye.

Qeyûm Atîf Çîçeklî şaredariya Artemêtanê xiste nava deynan, dema ma bê pere jî dest bi firotina milkê şaredariyê kir.

Qeymeqam Arif Çîçeklî yê Şaredariya Artemêtanê dagir kiriye p xistiye bin deynên mezin, li nêzî Taxa Mizgefta Berê du parçe erdên li qada bi hejmar 182 difiroşe. Firotina erd li ser dezgehên weşanê yê ilan.gov.tr a hemû îlanên dewletê parve dike jî hatiye ragihandin. Piştî îlanê wê 24’ê Îlona 2018’an bi mezatê dest bi firotina erd bê kirin.

Çîçeklî yê talanker ê ku baş dizane ku wê di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de şaredariya Artemêtanê bikeve destê HDP’ê, hewl dide ku şaredariyê bi awayê kavil radestî wan bike. Çîçeklî yê dagirker û talanker, hem diz e û hem topiz e, wî ji xelkê navçeyê re ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji sedî 60’ê dengê xwe da HDP´ê gotibû, ‘nemerd’.