
Di nûçe-lêkolîna bi îmzeya Marc Semo hate weşandin de tê diyarkirin ku hema bêje her roj serê sibê polîs pêla binçavkirinan dimeşînin û got; “Ev operasyon ji rojan piraniya wan di sêşemê de li Stenbol û di pêşnçeman de jî li Başûrê Rojhilata (Bakûrê Kurdistanê) ku piraniya şêniya wê Kurd in, pêk tê. Hilbijartiyên herêmî, xebatkarên baskên ciwan û jinan, rêveberên komeleyeên pîşeyî di hedefê de ne… Evane hemû bi hinceta endamên pêkhateiya rêxistina bajêr a PKK’ya ku ji sala 1984’ê de li hemberî rêveberiya Enqereyê ya ku bi tevahî Tirk e, têkoşîna çekdarî dimeşîne, KCK’ê têne tawanbarkirin.”
Pêşîlêvekirin bi temamî ji holê rabû
Semo dinivîse; “Wer dixuyê ku ‘pêşîlêvekirina Kurd” ku du sal beriya niha ji aliyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoganê rêberê partiya muhafezekara Îslamî AKP’ya ku ji sala 2002 ve li ser desthilatiyê ye, ve hate rojevê, bi temamî ji holê rabûye. Û her çendî kanalên bi Kurdî weşanê bikin û li ser erdnîgariya 15 milyon Kurdan tabeleya navên hin cihan bi awayeke neqanûnî hatibûn guhertin jî …”
Di nivîsê de Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel dibêje; “Hikûmeta rûyê xwe yê zextker û nijadperest nîşan dide, û dixwaze hemû pêkhateyên Kurdan ên ji bo hegemonyaya wê xeter, ji holê rake.”
Rojname bal dikişîne ser Têkoşîna bi Terorê re û diyar dike ku weke di meha cotmehê de, heta ku enteljîjasiyan kesayetên girîng neke hedef, ev yek deng venedin. Rojname girtina Buşra Ersanli û Ragip Zarakolû bi bîr dixe û dibêje; “AKP ji Bihara Kurdan ditirse û zextan zêde dike.”
Hilbijartî tev girtî ne
Semo destnîşan dike ku niha li Tirkiyeyê 6400 kes di çarçoveya zagona têkoşîna bi terorê re hatine girtin û bi bîr dixe ku ev yek ji welatên demokratîk rekor e. Semo bal dikişîne ku piraniya van kesan kesên ji doza Kurd û doz KCK’ê têne girtin in. Rojnamevan Semo dibêje ku ji vana zêdetirê 70 rojnamevan , 67 parêzer, gelek çalakger, bi dehan şaredar, endam û rêveberên şaredariyan in û li hin herêmên mîna Şirnexê hema bêje hemû kesên hatine hilbijartin, hatine girtin. Ji bo vê yekê jî Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî dibêje; “Li ser wana tenê çekek, kêrek jî nehatine dîtin, beşdarî tu çalakiyên tundiyê nebûne: Dosyayê wan bi temamî vala ne û ji ber sedemên siyasî têne sucdarkirin.”
Tarîqata Gulen hevdîtin aşekere kirin
Rojname bi birî dixe ku piştî serkeftina Kurdan a di hilbijartina herêmî ya sala 2009 de, operasyonên di bin navê KCK’ê de dest pê kirine û dibêje: “Piştî wê, BDP’ê banga boykotkirina referandûmê li Kurdan kir û ji herêmên Kurdan ji sedî 70 û li hin cihan ji sedî 90’ê Kurdan referandûmê boykot kirin. AKP ji vê yekê bi fikar bû û bi awayeke dizîkî dest bi hevdîtinên bi PKK’ê re kir. Piştî ku tomarên deng ên hevdîtinên di navbera qasidên gerîlayên Kurd û rawêjkarê servîsa veşarî Hakan Fîdanê ku nêzîkê Erdogan, di înternetê de hatin weşandin, hevdîtin di demsala havîna sala par de qut bûn. Rayagiştî şaş ma, hikûmet jî ket nava tengasiyan. Wer dixuyê ku hevdîtin Tarîqata Fethullah Gulen a ku di nava tevna polîs û darazê de bi hêz e, ve hate aşkerekirin.”
'Ciwan berê xwe didin çiyê
Rojnameya Frensî balê dikişîne ku pevçûnên li Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê (Bakûrê Kurdistanê) ji ber berfa zêde ya li herêmê hinek kêm bûn, lê tê gotin ku dê pevçûnên li herêmê li gel hatina biharê ji nû ve dijwar bibin. Rojname wiha dinivîse; “Her ku diçe gumana ciwanan ji girtinê zêdetir dibe û berê xwe didin çiyayan. Her çendî AKP bizane dê dijwarbûna pevçûnan îmaja “Modela Tirkan” a ji bo derbasbûna Ereban a ber bi demokrasiyê ve, bixe nava zoriyan jî, lê dîsa jî çerxa bi diran tevdigere.”
ANF/PARÎS