Rejîma AKP’ê, bi rêya komên ku di bin navê ‘alîkariya ji bo penaberan’ de bi taybetî neqandiye, hewl dide demografiya Kurdistanê biguherîne û Kurdistanê bike leşkergeh. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, bi sedan Afgan, Çeçen, Ozbek û Qirgizên li Kurdistanê hatine bicihkirin, li Tûgaya Leşkerî ya Erdîşê tên perwerdekirin. Tê gotin, ev kesên ku dewleta Tirk hewl dide wan bike komên paramîlîter, li dijî PKK’ê derxînin operasyonan. Hat dîtin, ku ev kesên navborî her sibehê saet di 07:00 de diçin Tûgaya Erdîşê û li vê derê perwerdeya leşkerî dibînin.
ŞAM