Ji dema ku Kobanê serkeftina xwe li dijî DAIŞê ragihand û careke din bû mijara sereke ya Medya navnetewî, rayedarên AKPê mîna ku li ser agir rûniştibin, hêris, har û dîn bûn. Recep Tayyib Erdogan bi daxuyaniyên xwe xwest vê serkeftinê vala, pûç û biçûk bixe. Axaftinên tevlihev û hevnegirtî dike. Geh dibêje “Kobanê xerab bûye“ û ew nizane „çima miletê wê dîlanê digerîne”. Geh dibêje “em di prosesa jinûveavakirina Kobanê de beşdar nabin!“!. Erdogan yekser û piştî têkçûna DAIŞê, ji hêrsa dilê xwe eşkere got: “ em statûyeke Kurdên Rojava, ku bibe mîna ya Kurdistana başûr, qebûl nakin”!. Weha wek bibêje: Kurdino bila kêfa we bi serkeftina li Kobanê neyê. Eger we DAIŞ têk bir, ez li vir im û tu carî mafên we qebûl nakim!.
Dewleta tirk hîna bi qasî serê derziyê siyaseta xwe ya inkar û imhayê li dijî Gelê Kurd neguhertî ye. Ew hîna hewl dide DAIŞ wek kartekê li dijî Rojava bikar bîne. Li Kobanê, AKPê dikarîbû bajêr wêran bike, kobaniyan derbider bike. Niha hewl dide heman pîlanê li Kantona Cezîrê jî dubare bike. Amedekariyên êrîşê li wir dike. Di warên siyasî û eskerî de pişta DAIŞê digere. Ev siyaseta dijminane ne tenê derbarê Rojava de ye, lê li hemû Kurdistanê derbasdar e. Li Başûr AKPê bi riya DAIŞê Şingal wêran kir, êrîşî Mexmûr û Kerkûkê kir. Li Bakur jî niha DAIŞek din birêxistin dike. Eger rojekê bête xwestin, ewê Bakur jî mîna Rojava û Başûr bike gola xwînê!.
Êrîşên dema dawî li Kerkûkê bi fermana dewleta tirk û AKPê hatin kirin. Bi riya DAIŞ dewleta tirk hewl da tola Kobanê ji kurdan hilîne. Vê carê li Kerkûkê bersev da. Jixwe weha diyar dibe ku konsepta şer ya AKPê li dijî netewa kurd dûr û dirêje. Ewê çend salên din jî bajo. Konsepta êrîş û wêrankirinê ye. Li Kurdistan û derve AKPê hilgirtî ye çekên xwe: DAIŞ û El- Qaîda û vî çekî bi dijwarî li dijî kurdan û hêzên wan yên eskerî û siyasî bikar tîne.
AKPê niha DAIŞ, Hizbu-Kontra, hêzên eskerî yên muxalefeta Şamê, hin hêzên erebên sunî û turkmenên sunî li Rojava û Başûr û heta hin hêzên Çeçan li Ewropa li dijî kurdan dixebitîne. Li kîjan erdê dibe bila bibe, dewleta tirk serkeftinek kurdan û hêzek wan dibîne, yekser dest davêje rêbazên terorê û bi riya hevkarên xwe yên rêxsitinên terora navnetewî hewl dide vê serkeftinê têk bibe û kurdan bê hêvî bihêle. Li bajarê Cellê ya Elmaniyayê û ji bo hebûna Kurdên Êzdî têk bibe û hizûra wan qelis bike, istixbaratê AKPê dest bi anîna malbatên Çeçan yên selefist kiriye. Bi dehan malbatan tîne vî bajarî û wan li dijî Êzdiyan birêxsitin û sor dike!. Ev tenê mînakek biçûk ya karê tarî yê AKPê ye.
AKPê li dijî Gelê Kurd eniyek şer ya berfireh vekirî ye. Bi riya istixbaratên xwe her kesî li dijî vîna azad ya Kurdistanî birêxistin dike. Çi di warên eskerî an siyasî de be, ew hewl dide rê li ber azadiya Kurdan û serkeftina wan bigre. Dixwaze Kurdan di nava şer û nerihetiyê de bihêle. Dixwaze hemû statûyên wan bi riya terora cîhanî bide têkbirin. Li himberî weha konsepta şerê giştî, divê hêzên Kurdistanî yekîtiya xwe ava bikin û bi taybet di warê eskerî de hêzek hevbeş û hevkar bînin meydanê. Wek berseva şerê giştî yê dewleta tirk divê kurd bi şêweyekî yekgirtî û dewletî bersevê bidin, ne mîna hêz û partiyên yekane û bi serê xwe. Îro netewa kurd bi temamî wek hedef tê nîşan, ne partiyek an hêzek bi tena xwe, loma divê bersiv jî bi şêweyekî yekgirtî û yekane be.
Dewletên Sûriye û Iraqê ji hev ketine û tu desthilatdariya wan li ser Kurdan nemaye. Wan nikarîbû Kurd biparastana, loma divê qet ew jî wek “dewlet” û xwedî serwerî li ser axa Kurdistanê neyên dîtin. Kurd niha serkêşiya şerê cîhan û Şarestaniyê li dijî wehşiyet û tariyê dikin û bi ser dikevn. Hemû hêzên azadîxwaz Kurdan mîna xeta yekem ya parastina xwe dibînin. Di serî de divê AKPê were teşhîrkirin û tu carî ji aliyê hêzên Kurdan ve pesnê wê neyê dayin. Divê hemû cihan bizanibe ku ya DAIŞ weha bi hêz kir, AKP bi xwe bû. Divê statejiya Kurdan ya berxwedan, parastin û jinûveavakirinê di zûtirîn dem de were destnîşankirin. Divê Kurd wek yek îrade û yek hêz tevbigerin. Bi yek peyvê derkevin pêşberî cîhanê…