
Soçî, Tehran, Astana, Cenevre, Riyad niha jî civîna bilind a Stenbolê. Meseleya Suriyê li navendên cuda tê axaftin lê pirsgirêk çareser nabe. Civîna Bilind a Stenbolê ji civînên din, di hin waran de cuda ye û dê di dema pêşiya me de encamên vê yekê xwe bidin der.
Dîroka van civînên bilind balkêş e. Civîna Bilind a Tehranê di 7’ê Îlonê de, Soçî di 17’yê îlonê de û ya Stenbolê di 27’ê Îlonê de. 7, 17, 27… Civîna Bilind a Stenbolê aktorên Astana/Soçi û aktorên Cenevreyê anîn cem hev. Ev yek dide nîşan ku di qada navneteweyî de lêgerîna çareseriyeke gerdûnî heye. Her çiqas di vê civînê de DYE´yê cîh negirtibe jî Fransa di heman demê de nûnertiya DYE’yê jî kir. Di encanmaneya derketiye holê de jî îşaretên vê yekê hene. Tirkiyeyê malovaniya vê civîna biind kir, lê encam didin nîşan ku AKP û Tirkiyeyê înîsiyatif ji dest daye.
Ya yekemîn di encamnameya civînê de ne tenê DAIŞ, di heman demê El Nusra, El Qaîde, kom û hêzên têkildarê van wekî “rêxistinên terorîst” hatin binavkirin û bi aweyekî eşkere biryara tinekirina van hêzan hate dayîn. Ev biryar xala herî girîng a civîna bilind e. Tirkiye û AKP rasterast têkildarê van hezan in û Erdogan li ser navê van hêzan beşdarî civînên bilind ên li Tehran û Soçiyê bû û ev rola Tirkiyeyê bi awayekî eşkere hate teşhîrkirin. Niha bi vê biryarê peyama “têkiliya xwe bi van koman re qût bike” didin Tirkiyeyê.
Encama duyemîn jî ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê, Cenevre hate referekirin. Yanê, êdî beşdarvanê Soçî û Astanayê jî ji bo çareseriyê maseya Cenevreyê qebûl kirin. Di vî warî de komîteya nivîsandina destûra Sûriyê dê li Cenevreyê bê avakirin. Her wiha di encamnameyê de careke din ji bo vê komîteyê girîngiya hemû beşên civaka Sûriyê hate dubarekirin. Yanê, civaka navneteweyî dizane ku heta hemû aktorên Suriyê beşdar nebin, ji van lêgerîn û civînên bilind wê ti encam û çareserî dernakevin holê.
Ya sêyemîn, biryara “yekitiya Suriyê” hate girtin. Lê ji vê yekê Tirkiye û welatên din tiştên cuda fêm dikin. Tirkiye ji “yekitiya Suriyeyê” bê statûbûna Kurdan fêm dike û dixwaze vê encamê bi ser bixe, lê welatên din derketina Tirkiyeyê ya Suriyeyê didin nîşan. Tirkiye jî ji hebûna xwe ya li Suriyê bi hebûna hêzên din ên wekî DYE, Rûsya, Îran, Fransa û welatê din rewa dike.
Vê civîna bilind da nîşan ku her çiqas encamname derketibe holê jî di gelek waran de lihevkirinek di navbera van hêzan de tineye. Mesela, Rûsya careke din meseleya Idlibê anî rojevê û xwest ku hêzên çekdar bên derxistin, yan jî îmhakirin. Her wiha careke din îhtimala operasyonê dubera kir. Li gel Tirkiyeyê Fransa û Elmanya li hemberî vê yekê derketin.
Xalek girîng a din jî avakirina bajarên wekî Xutayê û vegera mexdurên şer ên li Tirkiyeyê ne. Tirkiye çiqas di vî warî de dudil be jî, welatên din li hev hatine. Ev gav dê argumana herî mezin a penaberan ji destê Tirkiyeyê bistîne. Her wiha di destpêka encamnameya civîna bilind de tê gotin, “rêbazên eskerî ne çareserî ne û divê rê û rêbazên çareseriya siyasî di bin banê NY´yê de bên ditîn.” Him ev gotin û him jî giştiya encamnameyê, sedemên Tirkiyeyê yên êrişkirina Rojava ji dest standin. Li gel vê yekê ku ji îro û şûn ve Tirkiye êrişê Rojava bike, dê di qada navneteweyî de jî wekî hêzeke dagirker bê binavkirin.