
Serwîsa Nûçeyan a Ekot a Radyoya Dewletê ya Swêd dengê tomarkirî ku îspat dikin dewleta Tirk muxalîfa deq dike weşand. Di dengên tomarkirî de diyar dibe ku Serokê Yekîtiya Demokratên Tirk ê Swêd Ozer Eken bi şantaj û gefan zorê li kesekî bi navê Murat dike da ku agahiyan berhev bike.
Eken ji Murat re ku dixwaze nasekî xwe yê li Tirkiyê yê nexweş ziyaret bike lê newêre vê bike, dibêje ku alîkarî bi dewletê re bike û navê muxalîfan bibêje ew ê alîkariyê pê re bike. Eken di heman demê de gefê jî lê dixwe û dibêje: ‘’Gotina min ev e; ku tu bi dewletê re alîkar bî dewlet jî wê bi te re alîkar be. Birayê min navê te di lîsteya AKP’ê ya muxalîfan de ye. Dixwazin xebatên te yên vir znibin. Heke agahiyên berbiçav nedî îşê te ne baş e.’’
Wê jina te rehîn bigirin
Li ser pirsa ku ew biçe wê tiştek bi serê wî were yan na jî wiha bersiv distîne: ‘’Heke tu biçî Tirkiyê ew rîsk heye ku tu werî girtin. Tu yê werî girtin, jina te jî wê were girtin. Wê jina te rehîn bigirin. Ez bibêjim wê jina te bigirin. Beriya bi mehekê yekî Celepî bi PKK’yîbûnê îxber kirin. Zilam Tirkiye terikand lê jina wî ma. Dema ku xwest Tirkiyê terk bike ew girtin.’’
Îstîxbarat diçe ber destê Erdogan
Eker dubare dike ku ew pir nêzî Bînalî Yildirim e, dibêje agahiyên ku ew bi dest bixe bila ne konsolosxaneyê lê rasterast bide wî û ew ê jî bigihîne serokwezîrê Tirk. Xebatên AKP’ê yên sîxuriyê û deqkirinê yên AKP’ê yên li Swêdê li gel UETD’ê ji hêla Konsolosxaneya Tirk û Nûnertiya Civakên Tirk û Ereb ên Li Derveyî Welat ve bi rengekî sîstematîk têne birêvebirin.
Nûnertiya Civakên Tirk û Ereb a Derveyî Welat ve hatîne amadekirin ji dewleta Tirk re hatine şandin.
Mela sîxûrtiyê dikin
Di mizgeftên Diyanetê de ku ji hêla Konsolosxaneyan ve têne vekirin jî xebatên sîxuriyê têne kirin. Li 9 mizgeftên Diyanetê yê Swêd 14 mela dixebitin. Jêderên ku Ajansa Nûçeyan a Ekot bi wan re axiviye diyar kirine ku melayên ku li mizgeftan dixebitin bi rengekî sîstematîk muxalifan deq dikin û lîsteyên ku şandine dişînin Tirkiyê.
Emre Oguz ku ji Ekotê re axivî dibêje: ‘’Melayên ku bi diyanetê re dixebitin neçarin kesên ku têne mizgeftan rapor bikin. 2015’an beriya hewldana darbeyê ez bi meleyan re axivîm. Peywira van ev e ku têkildarî Cemetê raporan girêbidin û diyar bikin bê ka kî tê mizgeftê. Heke di nav wan kesan de ku têne mizgeftê nêzî PKK’ê kes hebin rapor li ser wan têne girêdan.’’
Oguz diyar dike ku beriya hewldana darbeyê melayan rapor berfirehtir amade kirine û wiha dibêje: ‘’Ferqa herî girîng ew e ku berê tenê yên PKK’yî dihatin raporkirin lê niha têkildarî her kesî agahiyê didin hev.’’
Profesorê Hiqûqê yê Navnetewî Ove Brîg got gef û şantajên Eken dikarin weke sîxurtiyê werin hesibandin û ev li dijî yasayên Swêd e.
‘Encamên wê yên hiqûqî û siyasî wê çêbibin’
Wezerîrê Karê Derve yê Swêd Margot Wallstrom diyar kir ku beriya bi salekê li ser îdîyên sîxurtiyê bi Balyozê Tirk re nîqaş kirine û got, ‘’Heke Hikûmeta Tirk li Swêdê xebatên sîxûriyê kiribin wê encamên vê yên siyasî û hiqûqî hebin’’
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM