Hemleya komkujiyan û jiholrakirina Kurdan ji aliyê dewleta Tirk, hikûmeta AKP’ê û Recep Tayyip Erdogan ve bi dijwarî berdewam dike. AKP konsepta şer li dijî vîna azadiya Kurdan li Bakur, Başûr û Rojava dimeşîne. AKP û Erdogan bi hemû hêza dewletê dixwazin rê li ber azadî û xweseriya Kurdan bigrin. Dixwazin Rojava bifetsînin, Şingalê bê rêveberî û parastin bihêlin û Başûr mîna niha heremek qels û tevlihev bimîne. Jixwe li Bakur şerê kuştina sivîlan, wêrankirina bajaran û terorkirina vîna siyasî, bi dijwarî dimeşe. 

AKP pîlana xwe ya stratejî li ser berdewamiya bindestbûna Kurdan ava kiriye. Li ser bêparbûna Kurdan ji hemû guhertin û destkeftiyan û mayina wan hejar û bindest ava kiriye. 

Li gorî AKP’ê divê Gelê Kurd sûdê ji vê guhertina ku niha li Rojhilata Navîn pêk tên wernegire. Divê Kurd bindest bimînin û nebin xwedî rêveberî û hêza parastinê. Ji ber hinê AKP hemû îmkan û têkiliyên dewleta Tirk xistiye bin xizmeta vê siyaseta xwe ya jiholrakina Kurdan. 

Di destpêka sala 2011 an de AKPê bi hemû hêza xwe hewl da rejîma Beşar Esed ji têkçûnê biparêze û serhildana gel ya li dijî wî, li gorî berjwendiyên xwe û hevkarên xwe yên îslamîst diyar bike. Di nava 6 mehên destpêka nakokiyan de, Wezîrê Karê Derve yê AKP’ê Ahmed Davutuglo 20 caran serdana Şamê kir. Wê demê AKP qaşo “Pakêta Reforman“ pêşkêşî Esed kir. Di wê “pakêtê“ de dihat pêşiyanrkirin ku rêxsitina Birayên Misliman ya hevkara AKP’ê bibe hevparê desthilatdariyê bi Esed re û Sûriye mîna dewleteke navendî bimîne û tu formên xweseriyê neyên qebûlkirin. Her wiha di destûra bingehîn de nasnameya tu pêkhateyan neyê naskirin an jî bilêvkirin. Bi gotinek din, divê nasnameya Kurdan neyê naskirin û tu mafên rêveberiya ji bo wan neyê dayin. Lê ev pîlan neçû serî. Esed kuştin li dijî muxalifan dewam kir û AKP jî destek da komên çekdar û ew bi çek û îmkan kir. 

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmeh a 2012’an li Rojava, AKP’ê taktîkên şer li himberî Kurdan guhert û yekser komên çete, di serî de DAIŞ ji bo şerê Rojava wezîfedar kir. Bi riya komên çete û DAIŞ’ê, AKP’ê şerekî komkujiyan û wêrankirinê li dijî Rojava da meşandin. Ev şer ji aliyê berxwedana Rojava li Kobanê vala hate derxsitin û DAIŞ li Kobanê têk çû. Kurd jî ji şerê bi DAIŞ’ê re xurtir derketin. Berxwedana Rojava ya li himberî hovîtiya DAIŞ’ê û parastina YPG û YPJ’ê ya nirxên mirovayehiyê, hebûna jinê û mafên kêmnetew û kêmolan, di asta navnetewî de bû cihê rêz û hurmetek mezin. Tecrubeya Rojava bû navê pesindayinê li ser zimanê her kesî. Têkiliyên hemû cîhanê bi Rojava re çêbûn û hêza QSD bû hevkarê Koalsyona Navnetewî li dijî terora DAIŞ’ê. 

Dema AKP’ê dît ku hevkarên wê ji komên çete û DAIŞ’ê nikaribûn Rojava têk bibin û hîna jî nikarin û ew êdî li ber têkçûnê ne, biryar da ku bi xwe were meydana şer. AKP’ê niha şûna DAIŞ’ê digre û çavê wê li pêkanîna komkujî, wêrankirin û talankirina hemû beşên Kurdistanê ye. Ji ber hindê AKP artêşa xwe dişîne Rojava û Başûr, hewl dide rê li ber bigewdebûna federaliya Rojava û serxwebûna Başûr bigre. 

Li dijî hemleya şerê giştî ya AKP’ê û dewleta Tirk, divê berxwedan li ser astek giştî û li hemû qadan, li hundur û derveyî Kurdistanê, bilind bibe. Niha hemû cîhan ji AKP’ê û Erdogan bêzar û tengav bûne û her kes mafên Kurdan dibîne û rêzê li berxwedana wan digre. Di warên siyasî û diplomasî de divê AKP were teşhîrkirin û hewl bê  dayin ku têkiliyên welatên cîhanê bi wê re bên qutkirin. 

AKP niha cihê rejîmên herî totalîter ên di dîrokê de digre. Erdogan jî cihê Sedam û Hîtler digre, loma berxwedana Kurdan li hiberî vê partiya faşîst û vî dektatorê faşîst ê xwînmij, dibe berxwedanek mirovayetî ya ji bo demokrasiyê û parastina bi hevrejiyan û hêza azadî û şarestaniyê.