Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Ewrûpa bi çîara “Tirkiyê êrîşî Kurdistanê dike, bêdengiya we vê yekê qebûl dike” bi dehan Kurdên li bajarê Holendayê Rotterdamê li pêşiya sefareta Tirkiyê ya li Rotterdamê kom bûn. Kurdên li Holendayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî li dar xistin.
Xwepêşandêran bi sloganên weke “na ji tecîrdkirina Rêber APO re, na ji terorê re, Erdogan terorîst e” merama xwe derbirîn. Kurdistaniyan her wiha daxwaza dawînaîna li tecrîdkirina Ocalan kir.
Welatiyan alên KCK‘ê, PKK‘ê, wêneyên Rêber Ocalan hilgirtin, pankartên li ser bi Flamanî nivisandî “AKP  û DAIŞ rûyên yek siyasetê ne, Dîktator Erdogan piştgiriyê dide terora DAIŞ‘ê,  di rastiyê de li terora rast bigerin, PKK şerê terorê dike” hilgirtin.
Xwepêşandanan berxwedana gel li her çar parçeyên Kurdistanê silav kir û bi stranan dawî li çalakiya xwe anî.

AKP hat protesto kirin
Li Balafirgeha Arlanda ya li paytexta Swêdê Stockholmê, êrîşên AKP’ê yên li dijî Kurdistanê, hatin şermezarkirin. Kurdistaniyan alên PKK, KCK, PYD, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî deverên gerîla û operasyonên qirkirina siyasî şermezar kir.
Bi qasî 150 kes beşdarî çalakiyê bûn pankartên li ser wan nivîsandî “Dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Kurdistanê bîne”, “Dawî li qetilkirina sivîlan bîne” hilgirtin û bi sloganên “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “AKP DAIŞ e, DAIŞ AKP ye”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” “Kujer Erdogan” û “Bijî Serok Apo” merama xwe îfade kirin.
Di çalakiyê de li ser bûyer û qewimînên li Kurdistan û Tirkiyeyê belavok hatin belavkirin. Çalakiya ku polîsan dest lê werneda, bi gotina sloganên li dijî AKP û dewleta Tirk, bi dawî bû.

ROTERDAM / STOCKHOLM