
Di çalakiyên li bajarên Elmanyayê Berlîn, Munster, Dusseldorf, Saarbrucken, Frankfurt, li bajarê Franseyê Parîs, Reims, Montpellier û Draguignanê de hat xwestin ku raya giştî li dijî qetlîaman bêdeng nemîne, AKP jî weha hişyar kirin, “tê berdêla vê bi giranî bidî”.
Li paytexta Elmanya Berlînê, li Meydana Brandenbûrgerê mîtîngek hat lidarxistin. Rêxistinên civakî yîn Kurd, Partîzan, ATÎF û Komîteya Piştevaniya Kurdistanê piştgirî dan Mîtîngê. NAV-DEM a Berlînê û Meclîsa Jinan a Destan a Berlînê pêşengî li mîtîngê kir. Parlamenterê Partiya Çep Hakan Taş, di mîtîngê de berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê silav kir, bêdengiya YE û Elmanya bi tundî rexne kir.
Li bajarê Elmanyayê Munsterê Kurdistaniyan, Partiya Çep a Elman, komên antî-faşîst, komîmn li dijî hêza atomê û saziyên civaka sivîl, polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê protesto kirin.
'Bijî berxwedan'
Girseyê bi pêşengtiya Civaka Azad meş li dar xist, li stasyona trenê kom bû. Polîtîkayên AKP´ê yên qetlîamê yên li Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin û berxwedan hat silavkirin.
Di meşê de dirûşmên, “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Bijî Berxwedana Nisêbînê”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bijî Berxwedana Silopiya”, “Bijî Berxwedana Kerboranê” hatin gotin. Meş heta Serkonsolosxaneya Tirk a Munsterê dewam kir.
Li ser navê Koordînasyona Civaka Azad a Herêmê Tahîr Koçer axivî û got: “Bila dewleta AKP’ê vê baş zanibe ku wê di nav xwîna herikandî de bifetise û wê berdêla wê bi giranî bide.”
Çalakî li parlemana NRW
Ji bo protestokirina qetlîamên li Kurdistanê, li Parlamentoya NRW a Dusseldorfê çalakî hat lidarxistin. Heyetek ji 3 çalakvanan pêk dihat, bi rayedarên parlamentoyê re hevdîtin pêk anîn. Bi dehan Kurdistanî, ketin avahiya parlemana Wesfalya Bakurê Rheinê û bal kişandin ser berxwedana birêveberiyên xweser.
Kurdistaniyên li Saarbruckenê di destpêka hefteyê de biryara çalakiyan dabû, çalakiya xwe ya konan didomînin. Kurdistanî li vir her roj saet di navbera 12:00-20:00’an de li pêşiya Galeriya Ewropa kom dibin.
Li Frankfurtê jî Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û destekdayîna berxwedana xwerêveberiyan, çalakiyek li dar xist.
'Bêdeng nemînin'
Li paytexta Fransa Parîsê bi banga Navendên Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK), Konseya Kurdên Demokratîk a Fransa û Tevgera Jinên Kurd, pêr li cem Parlemana Franseyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de Kurdistanî, tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyî û dostên Kurdan, li dijî terora AKP’ê berxwedana gel silav kirin.
Girseyê pankarta li ser nivîsandî “Li Kurdistanê Qetlîam Heye, Bêdengiya Xwe Bişkîne” hilgirt. SKB, ACTÎT, AVEG-Kom, gelek rêxistinên penaberan ên Tirkiyeyî, Partiya Komunîst a Fransî, Eniya Çep, Keskan, Komaleya Piştgiriya Kurdistan a Fransa û dostên Kurdan ên Fransî yên endamên MRAP tevlî çalakiyê bûn.
'Navê PKK´ê ji lîstê derxin'
Di çalakiyê de Hevseroka CDK-F Cemîle Renklîçay, Berpirsê Karên Dervê yê Eniya Çep, Parlamenterê Keskan Sercîo Coronado, Serokê MRAP’ê, Nivîskarê Kurd Fûat Kav û li ser navê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat axivîn. Di axaftinan de banga hat kirin ku navê PKK´ê ji listeya rêxstinên terorîst bê derxistin û têkîliyên bi Erdogan re bê betalkirin.
'Hûn nikarin xwe kerr bikin'
Di heman çarçoveyê de bi pêşengiya NCDK de avahiya Televîzyona France 3 hat dagirkirin, ji rayedarên televizyonê re hat gotin “Hûn ê nikaribin terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê pêk tê, nebînin.”
Kurdistaniyan li bajarê Montpellierê jî bi pêşengiya NCDK de çalakî li dar xistin. Bi sedan kesî ji pêşiya Parka Peyrou dest bi meşê kir, li meydana Comedî hatin cem hev.
Kurdistaniyên li herêma Draguignan a başûrê Fransayê jî ji bo protestokirina polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê hatin cem hev. Polîsan hewl da çalakiyê asteng bikin, gel bi biryarî sekna xwe parast. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku AKP’e li Kurdistanê serî li pêkanînên derveyî mirovatiyê dide û pêwîst e li dijî vê ti kes bê deng nemîne.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ciwanan parlemana Swêdê dagir kir
Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî bajar û navçeyên Kurdistanê komek ciwanî li Parlemana Swêdê çalakiya rûniştinê li dar xist. Ciwan ketin avahiya parlemanê, wêne û dovîzên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê nîşan didan, hilgirtin. Çalakgeran daxwaz kir ku bi Wezîrê Karên Derve re hevdîtinê pêk bînin û medyaya Swêdê qetlîamên li Kurdistanê ragihîne raya giştî.
Ciwanan diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê paqijiya etnîk dike, rexneyên tûj girtin li Hikûmeta Swêdê ya ku li bûyeran bi bêdengî temaşe dike. Polîsên dest werdayî çalakiyê, ciwanên di nava parlemanê de bi darê zorê ji avahiyî derxistin.
Girseya di heman demê de li derve kom bûyî, bi ciwanan re ber bi Meydana Sergel ve meşiya, di rê de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Gelê Kurd ne bi tenê ye”, “PKK’e gel e, gel li vir e”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” gotin.
STOCKHOLM