Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, pêvajoya siyasî ya heyî, rewşa berî û piştî hewldana 15’ê Tîrmehê, tecrîdkirina Ocalan û polîtîkaya AKP’ê ya li hemberî Rojava ji ANF’ê re nirxand û doh beşa duyem a vê hevpeyvînê hat weşandin.

Bayik da xuyakirin ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de, ya ku rêveçûna bûyerên siyasî diyar dike pirsgirêka Kurd û têkoşîna gelê Kurd a li ser vê bingehê ye. Cemîl Bayik elaqedarî mijarê got, “Lewma dewleta Tirk tevahiya polîtîkayên xwe yên hundir û derve li ser bingeha tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd destnîşan kiriye. Bivê, nevê ev yek jî di polîtîka hundir û derve ya dewleta Tirk de pirsgirêkan diafirîne. Ji xwe polîtîkaya xwe ya derve li ser bingeha dijminatiya li Kurdan daye rûniştandin. Ev jî nîşan dide ku polîtîka derve ji destpêkê ve têkçûyî ye.”


Çaresernekirina pirsgirêka Kurd dibe zemîn ji darbeyan re

Cemîl Bayik di dewama axaftina xwe de got, çaresernekirina pirsgirêka Kurd, ji ber ku aştî û aramiyê naîne Tirkiyeyê û her tim pirsgirêkan derdixîne pêşiya Tirkiyeyê, ev yek dibe sedem ku hin kes di bin navê welat û milet de rabin ser piyan û darbeyê bikin.

Bayik destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan navê ‘mekanîka darbeyê’ li vê rewşê kiriye û got, “Girîng e ev rastî ji aliyê hemû rêxistinbûyînên siyasî yên li Tirkiyeyê ve were dîtin. Li aliyê din, di nava dewletê de kî di polîtîkaya li hemberî Kurdan de ne serketî be, her tim bi darbeyê re rû bi rû dimîne.”


Qanûna desthilatdarbûnê dijminatiya li Kurdan e

Bayik da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê di rewşa heyî de qanûna desthilatbûnê, dijminatiya li Kurdan e û got, “Kî dixwaze bibe desthilatdar, bi rengekî tund û har dijminatiyê li PKK’ê û Rêber Apo dike. Fetûllahî jî yek ji wan bûn ku bi rengekî herî dijwar dijminatî li PKK’ê û Rêber Apo dikir. Van jî çaresernekirina pirsgirêka Kurd ji bo desthilatbûna xwe weke zemînekê dît. Lewma, desthilatdariya AKP’ê jî di nav de gelek hêzan ji ber vê karaktera wan pêşî li van vekir.”


Civak bê parasite nabe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê hat ragihandin û diyar kir ku mirovên bi rola Rewşa Awarte ya di dîrokê de nizanin û nizanin wê di dema pêş de rê li ber çi vekin, ev rewş bi bêdengî pêşwazî kirine û weha peyivî: “Di nava vê dema 3 mehan de Rewşa Awarte wê li Tirkiyeyê bê rakirin. Lê wê li Kurdistanê dewam bike.”

Bayik di vê çarçoveyê de îşaret bi girîngiya xweparastinê kir û got, “Xweparastin maf û erka bingehîn a hemû zindiyan e. Hemû ruhber û civak, ji bo karibin bijîn xwe diparêzin. Civakên etnîkî, bawerî û çandî jî hebûnên zindî ne. Ew jî bi xweparastinê dikarin hebûna xwe bidomînin. Ev qanûna bingehîn a xwezayê ye.”

Bayik ragihand, eger civak dixwazin bi rengekî azad bijîn, neçar in xweparastinê bi rêxistin bikin û got, “Li Rojhilata Navîn, civakên xweparastina xwe nebe, yan tine dibin yan jî neçar dimînin di bin zext û mêtingeriya hegemonya hin hêzan de bimînin.”

Bayik diyar kir, xweparastin beriya her tiştî tê wateya civaka rêxistinbûyî û destnîşan kir, ku pêwîstiya Kurdan, Elewiyan û hêzên din ên mûxalîf bi birêxistinkirina xweparastinê heye.


AKP wê ji CHP û MHP´ê re nerm, ji Kurdan re dijmin be

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku AKP ji bo xwe ji wê rewşa hejiyayî ya piştî hewldana darbeyê rizgar bike, bi nermî nêzî CHP û MHP’ê dibe û got, “Ji ber ku dizane, eger bi van re li hev neke, dibe ku bikeve nava rewşeke zor û zehmet.”

Bayik destnîşan kir, rewşa Kurdan cuda ye û ev tespît kir:

“Desthilatdariya AKP’ê wê li hemberî Kurdan şer bidomîne. Ji ber ku di pirsgirêka Kurd de polîtîkayeke xwe ya çareseriyê nîne. Tevî hemû hewldanên Rêbertî û Tevgera me, AKP’ê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ti gav ne avêt. Dema ku mîna Mutabaqa Dolmabahaçeyê rewşeke şênber derket pêşiya AKP’ê, hikûmetê û dewletê ji bo gavê neavêje, ev pêvajo red kir. Wateya vê ev e; desthilatdariya AKP’ê ji aliyê zîhniyet û polîtîkayê ve xwedî nêzîkatiyeke çareseriyê ya pirsgirêka Kurd nîne.”


Çalakiyên me wê cudatir bin

Bayik bi bîr xist ku wan gotibû “rewşa Rêber Apo ji bo me sedema şer û aştiyê ye” û li ser mijara ayik hesasiyeta tevgera azadiyê ya li ser rewşa Ocalan careke din bibîr xist û got, “Eger ev rewş di demeke nêz de zelal nebe, wê hem helwesta wan hem jî çalakiyên wan êdî cudatir bibin. Ev yek ji aliyê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê ve baş tê zanîn.” 


ANF/NAVENDA NÛÇEYAN