
YPS’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêman şerê dijwar pêk tê û ziyanên mezin digihin hêzên AKP’ê. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku AKP ji bo têkçûn û ziyanên giran ji raya giştî veşêre, medyaya şer a mîna amûra şerê psîkolojîk bi kar tîne.
Di daxuyaniya Koordinasyona Giştî ya YPS’ê de têkildarî mijarê wiha hat gotin: “Li dij hemû hewldanên êrişan berxwedan heye û ziyanên mezin digihijin çeteyên tevkujer. Lê belê ji ber mercên ne guncav derfet tuneye ku encamên şer bi tevahî werin ragihandin. Hemû operasyon û êrişên hêzên AKP’ê û Qesrê bê encam dimînin. Di dîroka berxwedana gelê Kurdistanê de ciwanên leheng ên berxwedêr performanseke bêhempa nîşan didin; li Kolanên Kurdistanê yên neheqî, mêtingerî, zilm û tevkujî li wan heye di asteke layiqî xwe de têkoşîna xwe ya rêxistinkirî nîşan didin.”
Encama sê qadên berxwedanê
Di daxuyaniya YPS’ê de têkildarî herêmên berxwedanê de agahî bi raya giştî re hatin parve kirin.
ŞIRNEX: Roja 27’ê Adarê saet 07:00’an li Taxa Ataturkê wesatiya zirxî ya Kobra dema derbas bû ji aliyê yekîneyeke me ya parastinê ve derb xwar. Çeka li ser hate îmha kirin û neçar ma vekişe. Di heman rojê de wesayita zirxî ya Kobra dema xwest bikeve hêrêma Yenî Mahaleyê bû hedefa çalakiyeke sabotajê û di encamê de 3 çeteyên AKP’ê hatin kuştin. Wesayiteke din a zirxî ya xwest di heman rojê de bikeve taxê hate derbkirin û neçarî vekişînê ma. Di çalakiya li heman herêmê de çeteyekî AKP’ê hate kuştin. Piştî çalakiyê tax bi çekên giran, tank û hawanan hate bomberdûman kirin.
NISÊBÎN: Roja 28’ê Adarê wesaîta leşkerî ya kepçe dema xwest bikeve taxê hate derbkirin û paşve hate kişandin. Piştî demekê tanka ku xwest bikeve taxê ji aliyê hêzên parastinê ve hate rûxandin. Roja 28’ê Adarê di encama çalakiyên sûîkastê de 3 çeteyên Qesrê hatin kuştin.
GEVER: Roja 27’ê Adarê di navbera gundê Qarportê û Pakê de yekîneyeke leşkerî bû hedefa hêzên YPS’ê. Piştî çalakiyê herêm hate bombebarankirin û 7 ambulans çûn cihê bûyerê. Lê belê hejmereke zelal a derbarê kuştî û birîndarên dewletê de ne hate bidest xistin.
Di 28’ê Adarê de li taxa Cumhuriyetê pevçûnên dijwar pêk hatin. Encamên vî şerî wê paşê werin ragihandin. Heman rojê hêzên faşîst ên tevkujer xwestin bikevin taxa Gungorê. Heman rojê hewldana hêzên AKP’ê ya li herêma Girtîgeha Kevin di encama mudaxeleya hêzên YPS’ê de hate têkbirin, di encamê de kuştî û birîndarên hêzên dewletê çêbûn lê hejmar nehate zelalkirin. Danê êvarê ji hêzên AKP’ê yên xwestin bikevin taxê yek hate kuştin û neçar man paşve kişiyan.
Taxên di bin kontrola hêzên parastina sivîl de bê navber tên bomberdûmankirin. Tevî ku encamê bi dest naxin jî di çapameniya şerê taybet de nûçeyên mîna ku çeteyên AKP’ê li taxa Cumhuriyet û Gungurê bi pêş ve diçin, tên weşandin. Berovajî vê yekê li van du taxan jî qadên di destê hêzên parastina sivîlan de berfirehtir bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN