
Hewldana 78’an li Şanoya Hunerê ya Enqereyê, bi minasebeta 12’ê Îlonê sempozyûma bi navê “Darbeya 12’ê Îlonê, Desthilatdariya AKP’ê û yekitiya demokratîk û muxalîf” pêk anî. Di sempozyûmê de Berdevkê Hewldana 78’an Huseyîn Gevher, parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Demîr Çelîk, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Nûnerê ESP’ê Ziya Ulusoy û Cîgirê Serokê ODP’ê Onder Îşleyen amade bû. Di destpêka sempozyûmê de Gevher li ser darbeya 12’ê Îlonê axivî. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî darbeya 12’ê Îlonê rexne kir û diyar kir ku 12’ê Îlonê têkoşîna gelan bi 10’an salan paşve xistiye û rê li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê girtiye.
Gurkan, destnîşan kir ku binê AKP’ê di serdema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hatiye avêtin û zarokê 12’ê Îlonê ye. Gurkan, da zanîn ku li Tirkiyeyê 12’e Îlonê bi destên hêzên navneteweyî hate avakirin.
Parlementerê BDP’e yê Mûşê Demîr Çelîk jî anî ziman ku hikûmeta AKP’ê niha bi rê û rêbazên cuda polîtîka û feraseta 12’ê Îlonê dixe meriyetê. Çelîk, da zanîn ku AKP dixwaze gelê Kurd wekî teror bide xuyakirin û li gorî xwe hêzek nû ya li dijî tevgera azadiyê ava bike.
Nûnerê ESP’ê Ziya Ulusoy jî 12’ê Îlonê li pêş mezinbûna şoreşê wekî kelem û astengiyê nirxand û wiha got: “Hêzên çepgir û sosyalîst beriya 12’ê Îlonê nebûn yek hêz. Lê divê niha em ji vê yekê dersê derxin û hêza xwe bikin yek.”
Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî anî ziman ku darbeya 12’ê Îlonê cezayê şoreşê ye. Kurkçu, da zanîn ku bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê modela Turk-Îslamê ava kirin û li hemû devera acîhanê belav kirin. Kurkçu, anî ziman ku niha bi rêbazên cuda û li hevkariya AKP, burjuva, polîs, leşker û hêzên serdest dîsa li dijî şoreşê têkoşîne dimeşînin. Kurkçu, destnîşan kir ku niha AKP polîs, leşker, zanîngehê û darazê di bin per û baskê xwe de hembêz dike û li gorî daxwazê xwe wan araste dike û wiha got: “Ji darbeya 12’ê Îlonê heta niha hemû hêzên li dijî 12’ê Îlone belav bûn. Tenê hêza tevgera gelê Kurd li ser piyan ma. Ji bo tola xwe ji 12’ê Îlonê bigirim ez niha li cem tevgera gelê Kurd cih digirim. Ev hêza azadiyê û tevgera azadiyê ye.”
ENQERE