Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, nîşaniya ku AKP’ê, bi angajmana Tirkiyê re, ya cîhanî teva têk biriye, rê û rêbazên exlak, huquq û înanî teva winda kirine.—-
***
Balkêş e, dewleta Tirkiyê her roj xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê ihlal dike, xaka Kurdistanê li Bakur û Başûr, ji hewa û erdê dikuje, dişewitîne, li dijî Suriye behsa “angajman”ê dike.
Tê zanîn, angajman tê wateya ihlalê û bersivdana li dijî vê ihlalê ye. Lê dive were zanîn ku angajman ne tenê li dijî dewletek din, li dijî hêjên azadîxwaz jî di heman wateyê de tê bikaranîn. Lewma Erdogan û desthilatdariya AKP’ê, di vir de jî demagojiyê dikin.
Ev peyman li gorî peymanên Lahey û Cenewre hatiye amade kirin. Lê Tirkiyê, 30 sal in van peymanan û qedexeya çekên kimyewî ya NY bin pê dike. .Guman dikim ku hestiyên MacArthur jî, di gora wî di qolincî dibin. Ji ber ku fermanên MacArthur ku di şerê Korê de dan û xerab kirina Bendava Suiho û ihlalkirina xaka Çînê qedexe kir, ji aliyê Erdogan ve, bê perwa têne binpêkirin.
Ji sedema ku desthdilatdariya AKP’ê, bûye Erdogan, êdî wek dewleta Erdogan tê zanîn, em her dem û di her buyer û kiryarê de navê wî bikar tînin.
Angajman, di wateya ku her dewlet, li gorî hoy û mercên xwe rêbazên şer destnîşan dike hatiye bikaranîn. Lê bi sînor hatiye erê kirin. Dewleta Tirk, ne huquqê navneteweyî, ne jî peymanên navneteweyî qebûl dike. Dema ku pirsgirêk dibe mijara Kurdan, rê û rêbaz, exlak û ademiyet ji holê radibe. Haraketa Azadiya Kurd, eniya azadiyê ye û bi dewleta Tirk re şer dike. Ev tê wateya ku gelê Kurd şer dike. Lewma “angajman” ji bo gelê kurd jî dikarê were bikaranîn.
Serokwezîrê Tirk piştî ku bombeya ji xaka Suriye hat û li navçeya Riha Kaniya Xezalan ket, 5 kurd kuştin, 9 jî birîndar kirin, got: “Angajmana Artêşa Tirk hate guhertin.” Kesê ku Erdogan nasneke û kiryarên AKP’ê yên li Kurdistanê nizanin, wê bibêje, “huquqê navneteweyî û peymanên navneteweyî” harfiyen dike pratîkê. Lê baş tê zanîn ku desthilatdariya AKP’ê, dibin serokatiya Erdogan de, nirxên mirovahiyê teva, peyman û huquqê gerdunî teva bin pê dike. AKP’ê, partiyek derî demê û derî sinorên jiyanê ye. Hîna demjiyana Xalid-î Bin Welîd dijî. Ev partiya li derî demê jî desthilatdar e.
Binêrin, tu enî, tu hindikahî, tu gel, tu bawerî ji Erdogan û desthilatdariya AKP’ê razî nînin. Ji ber ku, zihniyeta “Hendek” û siyaseta Muawiye+Yawuz Selîm dimeşîne. Her kes di hedefa wan de ye û ew jî hêdî hêdî dikevine hedefa her kesî. Romantîzma dîplomasiya Ahmed Dawudoglu, sergerdeyê Qasimpaşatiya Erdogan,Tirkiyê di navenda Ittihadiya Kesk de rûnanddiye û ber bi kaosekê dibin.
Pêdiviya tezkerê jî nebû. Ji ber ku biryara angajmanê siyasî ye û 10 sal in, dibin pêşengiya Erdogan de, ev biryar di çarçoveya şer de di pratîkê de ye û tu rêbaz jî li ber çavan nayên girtin. Dewleta Tirkiyê, fîîlen li Suriye şer dike, tezkere hinceta dawî ye. Armanca AKP’ê ewe ku NATO bike nava hewldanan û berê NATO bidê Qendîlê. Entelektueliya Tirk ku 10 sal in, kiryarên antî huquqî, antî insanî û peymanên navneteweyî nabînin, ji niha de. tezkerê û angajmana Erdogan mafdar dibînin û di çarçoveya huquqê navneteweyî de erê dikin. Çeteyên ji aliyê Tirkiyê ve têne ixraç kirin nabînin, wekaleta Tirkiyê û domandina şerê li Suriye nabînin, “angajman” weke meşruiyeta destdirêjiyên li Suriye derdixine pêş.
Ali Şahin, parlamenterê Dilokê yê AKP’ê ye û sakzarê GASAMê, (Navenda Lêkolînên Stratejîk yên Başûrê Asya) ye; di hevpeyvineke xwe de behsa Rojhilata Navîn ya bê sînor dike. Lê stratejisyenê AKP’ê, balkêş e behsa gelên li Rojhilata Navîn û jiyaneke hevpar û hevbeş ya wekheviyê nake. Diçe û tê, behsa Islama Tirk, behsa xewn û xeyalên dema Osmaniyan dike. Ew padîşahên ku “KABE” ziyaret nekirine û wek kujerên eshaban têne zanîn, xewn û xeyalên Erdogan dixemilînin.
Stratejisyenê AKP’ê dibêje; misilman wê careke din vegerin holka dîrokê, wê edalet, wekhevî û merhametê bela bikin.Ev rota me ya nû ye. Pêwiste her misilman, wek mîrovê bi sebir û bê rawestandin kar bike. Xewn û xeyalên me cîhana misilmanan ya bê sînor e.”
Gelo ev ne siyaseta Hendek û Yawuz Selî+Muawiye ye? Gelo ev ne navê cîhanşimuliya cîhanê ye?
AKP’ê ji mêj de angajman têk biriye