
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Tevgera Azadiyê ya Kurd bi îlankirina agirbestê re, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek caran firsend daye dewleta Tirk. Lê belê hikûmeta AKP’ê ev firsend bi tenê ji bo qezençkirina hilbijartin û referandûmê bikar aniye.”
Pêşnûmeya muzakereyê jî kir amûreke mijûlkirinê
Di daxuyaniya KCK’ê de bal hat kişandin hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşankirin ku
Ocalan heta niha bi berpirsyarî tevgariyaye û rê nedaye ku AKP’ê dîsa şerekî qirêj têxe dewrê û bi vî rengî dewam kir: “ Di dawiya sala 2014’an de Rêberê me ji bo çareseriya demokratîk pêşnûmeya muzakereyê pêşkêşî hikûmetê û tevgera me kiriye. Hikûmeta AKP’ê ev pêşnûmeya muzakereyê jî kir amûreke mijûlkirinê, bi pûçkirina teqwîma pratîkkirinê re, vala derxistiye. Piştî ku tevgera me ragihand ku vê helwestê qebûl nake, di encama hevdîtinên navbera Rêber Apo û rayedarên dewletê-hikûmetê, di 28’ê Sibatê de mutebeqeta Dolmabahçeyê pêşkêşî raya giştî hat kirin. Hevdîtinên bi salan hatin meşandin yekem car li pêşiya raya giştî veguherî mutebeqetê. Bi vî rengî çarçoveyek ji bo muzakereyê hat afirandin.”
KCK’ê da xuyakirin ku di rewşeke ku bi mutebeqeta Dolmabahçeyê re ji bo demokratîkbûyîn, çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya mayînde hêvî ji bo gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd derketîbû holê de, Tayyîp Erdogan got, ‘Alî nîne, mase nîne, muzakere nîne, pirsgirêka Kurd nîne’ û bi vî rengî rûyê xwe yê rast nîşan da ku polîtîkayeke xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Daxuyaniya KCK’ê wiha dom kir: “ Tayyîp Erdogan xeteriyên hundir û derve ji xwe re kir hincet û xwest rejîmeke bêhtir otorîter biafirîne. Lê Rêber Apo bi mutebeqeta Dolmabahçeyê re alternatîfa demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê nîşan da. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de gel polîtîkayên Tayyîp Erdogan û AKP’ê red kir û bijarteya çareseriya pirsgirêka û demokratîkbûyînê ya ku Rêber Apo û tevgera me danî pêşiya gelên Tirkiyeyê, erê kir.
Lê belê hikûmeta AKP, li şûna rast xwendina encamên hilbijartinê û bicihanîna berpirsyariyên wê, li ser paradîgma û polîtîkayên berê meşa xwe dewam kir. Gelên Tirkiyeyê bi teqezî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ferz dikin. Ji partiyan û hikûmetan dixwazin ku di vê mijarê de tavilê gavan biavêjin. Mesaja herî bingehîn a encamên hilbijartinê ev e. Hikûmeta AKP, mîna ku qet hilbijartin nebûye polîtîkaya xwe ya berê dewam dike û çareseriya pirsgirêka Kurd naxe rojeva xwe. Ji xwe Tayyîp Erdogan bi gotina ‘mutebeqeta Dolmabahçeyê nîne’ re careke din zîhniyet û polîtîkaya xwe derxist holê.”
Dem ne dema banga çekdanîna gerîla ye
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dem ne dema banga çekdanîna gerîla ye, dem dema ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêkanîna muzakereyê û avêtina gavên cidî ye.” Helwesta AKP’ê, şer kûrtir û demdirêj dike. Ji ber ku polîtîka û nêzîkatiyên AKP’ê ne çareserî, teslîmiyetê ferz dikin. AKP bi van polîtîka û ferzên xwe re dixwaze, jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd ji însafa leşker û polîsên polîtîkayên mêtînger ên qirkirina çandê dimeşînin re, bihêle.”
Daxuyaniya KCK’ê hat bilêvkirin ku AKP bi ferzên xwe yên ‘bila gerîla dest ji çekê berde’ re nîşan dide ku ji bilî teslîmbûnê yan jî şer, ti rê nîne û wiha pê de çû: “Li pêşberî vîna çareseriya demokratîk a gel di hilbijartinê de nîşan da, ferzkirina vê yekê nayê wateyeke din. Tê zanîn ku neçareserî û teslîmiyet nayê qebûlkirin. Lewma li pêşiya gelê Kurd ji bilî berxwedanê rêyeke din nayê hiştin.
Rêberê me ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ev 25 sal in hewldanên mezin nîşan dide, di sala 2013’an de manîfestoya çareseriya demokratîk destnîşan kir û ev du sal û nîv in agirbest û rewşa bêçalakîtiyê afirandiye, zêdeyî sê meh û nîv e di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Hikûmeta AKP’ê ku ev du sal û nîv in li gorî agirbestê tevnagere, bi tecrîda giran û şerê psîkolojîk ê li hemberî Rêber Apo re agirbest jî, rewşa bêçalakîtiyê jî bi temamî qedandiye.
Eger li hemberî Rêber û sermuzakerevanê me, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoya diyalogê daye destpêkirin û ji bo firsenda çareseriyê agirbest daye ragihandin tecrîdeke giran û zexteke psîkolojîk tê meşandin, di vê rewşê de kî dikare behsa hebûna agirbestê bike? AKP ji xwe ji mêj ve agirbest qedandiye.”
Ger tecrîd hebe agirbest nîne
Her wiha KCK’ diyar kir ku bi redkirina mutebeqeta Dolmabahçeyê ji aliyê Tayyîp Erdogan ve, ti wateya agirbestê nemaye û wiha daxuyanî bi dawî kir:” Bi tecrîda sê meh û nîvan re rewşa bêçalakîtiyê jî bi temamî ji holê rabûye. Li gel polîtîkayên AKP’ê, li gel axaftinên Erdogan û rayedarên AKP’yî, li gel mercên tecrîda giran eger behsa agirbestekê were kirin, hingî ev tê wê wateyê ku henekê xwe bi gelê Kurd û Tevgera Azadiyê re dikin. Di nava van şert û mercan de behskirina agirbestê, bêhurmetî li hemberî Rêber Apo ye, çavgirtina li rizandina Rêber Apo li Îmraliyê ye.
Divê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd li hemberî hewldanên berevajîkirina rojevê rojevên xwe destnîşan bikin û li ser vê bingehê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bînin.”
ANF/BEHDÎNAN