Hevşaredara HDP’ê ya Gimgimê Ulku Karaaslan, Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû û Hevşaredara Bajarokê Lîzê Dîlaver Keskîn ku pêr li Mûşê di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin, bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” ji aliyê Wezareta Karê Hundir ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Li şûna hevşaredaran, qeyûm hatin tayînkirin. Walîtiyê ragihand ku qeymeqamê Kopê Mehmet Îlîdî bûye qeyûmê şaredariyên Kop û Lîzê, qeymeqamê Gimgimê Ertûgrûl Avci jî bûye qeyûmê Şaredariya Gimgimê.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de HDP li 3 bajarên mezin, 5 bajaran û 45 navçeyan û 12 bajarokan bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibû.

Bi dagirkeriya dawî re şaredariyên 3 bajarên mezin, 25 navçe û 3 bajarokan hatin desteserkirin. Her wiha 19 hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatin tayînkirin, hatin girtin û 5 hevşardar jî hîn destgîrkirî ne.

 

ANF/MÛŞ