Dewleta Tirk li jêr hevbendiya AKP û MHP´ê di şerê xwe yê topyekûn li dijî Gelê Kurd de rastî gelek binketinan hatine. Pîlana têkbirina Gelê Kurd û tevgera wî ya azadîxwaz, tevî hemû konseptên şer û jiholêrakirinê, neçû serî û niha xweş diyar dibe, ku ew rastî fiyaskoyê tê.

Li Rojava projeya federaliyê bi gewde dibe. Hêzên QSD her ku diçe zêdetir profesyonel, xurt û bi çekên pêşketî amedekirî, dibin. QSD bi beşdarbûna bi hezaran ciwanên Ereb yên heremên Reqa, Minbic û Til Ebyadê êdî dibe artêşek bi rêk û pêk, ya ku kesek êdî dikare xwe li ser gav bike. Êrîşên AKP´ê yên eskerî, destekdayina DAIŞ û El Nûsrayê û hewledanên sabotekirina têkiliyên Rojava û DYE´yê, negîhiştin ti encamê. Beravêtî û têkçûyî man. Mirov dikare heman tiştî ji bo Şingalê jî bibêje. Hewledana çêkirina têkilyan bi Bexdayê re û zextên li ser PDK´ê ji bo duristkirina şerekî navxweyî, vala man. Bexda hîna li dijî hebûna eskerî ya AKP´ê ye. PDK jî dizane ku şerê navxweyî ji bo wê têkçûn e. 

Cihê ku dewleta Tirk rastî zirarê hat û ew têk bir, herêma Babê ya Rojava bû. Li vir eskerên AKP´ê û çeteyên muxalefeta Şamê, rastî têkçûnên mezin hatin. Ev serê 157 rojan e ku artêşa Tirk nikare bajarê Babê bigre dest. Artêşa tirk û çeteyên wê li himberî bi sedan ji şervanên DAIŞ´ê têk çûne. Heta niha gelek kuştî dane. Jixwe AKP´ê digot, piştî ku em Babê di çend rojan de bistînin, em ê berê xwe bidin Minbic û Reqayê! 

Lê weha xuya dike, ku ew ê ji ber Babê vegerin û hêviya wan ya dagirkirina Rojava êdî têk diçe. Ew nikarin xwe li ber DAIŞ´ê bigirin. DAIŞ a ku YPG û QSD ew bi lehengî têk birin û niha dor li paytexta wê Reqayê girtine.

Ji bo ku AKP binketina xwe ya Babê veşêre, bi êrîşên hewayî bi sedan sivîl kuştin. AKP´ê li Babê heta niha nêzîkî 450 mirovên bê sûc yên sivîl, di nava wan de gelek zarok, kuştine. Ev yek niha hemû rêxsitinên mafên mirovan tesbît kirine û di raporên xwe dubare dikin. Gelê herema Babê li dijî vê xwînmijiya AKP´ê hêrs bûye. Ew amede ye li dijî AKPê xwe biparêze.

Dewleta Tirk niha dixwaze ji Babê bireve û xwevekişîne. Lê ew naxwaze ku Bab bikeve destê QSD´ê. Loma AKP´ê peywendî bi artêşa Esed re danî ye û jê dixwaze ku ew berê xwe bide Babê. Di vê demê de di navbera AKP´ê û rejîma Esed de bazar hene. Artêşa Esed niha nêzîkî Babê dibe. AKP´ê nîşanên xwevekişîna ji Babê dide. 

Weha xuya ye ku ji bo AKP´ê Rojava têk bibe û Kurdan bê maf bihêle, pîlanên nû dirêse. Piştî hevkariya bi salan ya bi Rejîma Esed re, ji sala 2011´an ve bi komên çete, El Nûsra, DAIŞ´ê re, va ye ew careke din vedigere hevkariya bi rejîma Esed re. AKP´ê bawer dike ku Esed û Rûsya dê bi ser kevin, lê divê ew Rojava ji holê rakin, yan jî ti mafan di destûra bingehîn de ji bo federaliya Rojava û nasnameya Kurdan qebûl nekin. 

Mîna berê hêviyên AKP´ê nemane. Rojava xurt dibe û QSD dewrî artêşeke profesyonel dibe ku tenê ew dikare DAIŞ´ê ji holê rake. QSD bi hatina rêveberiya Trump re êdî zêdetir alîkariya eskerî û perwerdê ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê digre. Rejîma Esed jî nikare mîna berê welat hemûyî kontrol bike. Ji bo ku karibe komên çete li heremên navendî yên welat biqedîne, bi dehan sal ji wî re lazim in. QSD wê Reqayê bistîne û ji bo rizgarkirina Dêr El Zorê jî bikeve nava tevgerê. Ji bo vê amrancê Koalîsyona Navneteweyî jî alîkar e.

AKP´ê li himberî Rojava û QSD´ê winda kir. Kesên Kurd yên pişta xwe bi AKP´ê xurt dikirin, ew jî li îflasê ketin. Ji bo van kesan û di çarçoveya yekîtiya neteweyî de, deriyê vegera ji xiyanet û xwefirsoşiyê, vekirî ye…