Karayilan pêr êvarê bû mêvanê bernameyeke Stêrk TV û bersiv da pirsên Rosîda Mêrdîn. Karayilan salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê nirxand û got, gerîlayên Kurdistanê îro bûne hêviya gelên Rojhilata Navîn. Karayilan îşaret bi tecrûbeyên gerîla kir û ev tesbît kir:  “gerîlayên PKK´ê veguherîne hêzeke êdî têk naçin.”

Karayilan weha peyivî: “Eger gerîlayên PKK’ê nebûna, bi navê Kurdbûyînê tiştek nedima. Komkujiyên herî giran û dijwar wê bi ser gelê me de bihata. Mînaka herî dawî Şengal e. Belê li wê derê komkujiyeke hovane pêk hat, lê gerîlayên me 150 hezar mirov ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û pêşî li mezintirîn komkujiya sedsalê girtin.”


"Dewleta Tirk bi êrîşa xwe DAIŞ´ê diparêze"

Karayilan der barê konsepta şer a dewleta Tirk a di 24’ê Tîrmehê de dayî destpêkirin daxuyaniyên girîng dan û bi kurteberkirina pêvajoya bi Newroza 2013’an destpê kirî re elawedar îşaret bi van mijaran kir:

“Em bi peyama Rêberê xwe ya di Newroza 2013’an de aşkerakirî re girêdayî ne. Hînê jî em di heman rewşê de ne. Lê belê AKP’ê êrîşî me kir û dawî li agirbestê anî. Ji bo vê yekê jî kuştina 2 polîsan li Serêkaniyê ji aliyê komeke ne ser bi me, dikin hêncet. Halbûkî berî wê bûyerê şer dabûn destpêkirin. Li Pirsûsê qetilkirina 31 ciwanan, komkujiyek ji aliyê dewletê bi xwe ve hatiye kirin, e. AKP’ê ji sala 2013’an û vir şer qet nesekinand. Me li Bakurê Kurdistanê agirbest îlan kir, lê wan bi destê DAIŞ’ê êrîşî Rojava kir û şer îlan kir.

Her kes dizane, di berxwedana Rojava de rola gerîla heye. Ji Kerkûkê heta Şengalê, Kobanê, gerîla di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rol lîstiye. AKP bi êrîşa li hemberî gerîla re dixwaze me li hemberî DAIŞ’ê qels bike, DAIŞ’ê jî rehet bike. 

Bi taybetî piştî azadiya Til Ebyadê di hedefê de Cerablûs û Reqqa hebûn. Reqqa bikeve, wê DAIŞ biqede. AKP ji ber ku bi vê dizanîbû, mudaxele kir û hewl dide YPG´ê derbasî aliyê din ê Firatê nebe. Bi DAIŞ’ê re peymana wan heye. Bi êrîşa li hemberî me re dixwaze DAIŞ’ê biparêze.”


‘Keda Serok Apo tine hesibandin’

Karayilan got, AKP’ê bi êrîşên xwe mezintirîn şaşîtiya dîroka xwe kir û axaftina xwe weha dewam kir: “Heyeta dewletê ev sê meh in li Îmraliyê bi Serok Apo re hevdîtinê dike. Dixwazin bikin ku Serok Apo paşve gavê biavêje. Lê belê Serok Apo li ber xwe dide. Ev şerekî vînê ye. Dixwazin me qels bikin û li Îmraliyê ji Serok Apo tawîzê bistînin. Dixwazin me jî teslîm bigirin. Lê belê em ne xeşîm in. Wan bi êrîşa li hemberî me re şaşîtiyeke mezin kir. Keda Serok Apo ya ji bo çareseriyê tine hesibandin. Û wê berdêla vê jî bi giranî bidin.”


Di 19 rojan de 250 kuştiyên Artêşa Tirk

Karayilan der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî qadên gerîla de got, “Bi gotinekê dikarim bibêjim; êrîş fiyako ne. Heta niha me li Herêmên Parastinê yên Medyayê 11, li Bakurê Kurdistanê 11 şehîd dane. Piraniya van hevalên me yên şehîd bûne, fedaî ne. Û li gundê Zergelê 8 mirovên me yên sivîl şehîd bûn. Bi giştî 30 şehîdên me hene û bi qasî wê hejmarê birîndar. Lê belê dewleta Tirk kuştiyên xwe vedişêre. Em ne meraqdarên kuştinê ne, lê belê li gorî belgeyên li ber destê me di şerê 19 rojan de zêdeyî 250 kuştiyên wan hene. Bi tenê 24 kuştiyên xwe aşkera kirin, derewan dikin.”


"Rêber Apo divê mîna Mandela

azad muzakereyan bike"

Karayilan da zanîn ku şerê heta niha dewam dike şerekî parastinê ye û bi vî rengî bersiv da bangên ji bo agirbestê: “Em li êrîşê rast tên. Aliyê dijber dibêje ‘ez ê we tine bikim’. Em jî xwe diparêzin. Şerê me bi kontrol dewam dike. Divê vê yekê bibêjim; me hînê plana xwe ya şer nexistine dewrê. Em bi tenê çalakiyên bersivdayînê pêk tînin. Ew ê hesabê vê êrîşa li hemberî me gelekî bi giranî bidin. Dixwazim ji hemû sazî û hêzên banga agirbestê li me dikin, bi taybetî jî ji DYE´yê re vê yekê bibêjim; yê ku şer daye destpêkirin ne em in. Va ye Erdogan bi xwe aşkera kir, ‘dibêje heta kesê dawî nemîne em ê dewam bikin’. Em ji bo çareseriyê li ber xwe didin. Eger pêvajoyeke cidî û samîmî ya muzakereyê destpê bike, em ji vê re amade ne. Ji bo me, beriya her tiştî ji bo karibe muzakereyê bike şert û mercên Rêber Apo divê werin sererastkirin. Mîna Mandela divê di nava mercên azad de karibe muzakereyê bike. Agirbesteke her du aliyan a zeximkirî pêwîst e. Û ji bo şopandina vê pêvajoyê divê komîteyek were avakirin. Heyeta Şopandinê wê hingî bişopîne bê kê dest bi şer kiriye.” 


NAVENDA NÛÇEYAN