Dewleta Tirk pîlanên xwe yên jiholêrakirina Gelê Kurd dewam dike. Şerekî giştî, di nav de komkujî û qirkirin jî, li dijî Kurdan li her 4 parçeyên Kurdistanê dimeşîne. Di vî şerî de yekser bi riya tank û balafirên xwe û neyekser bi riya hevkarên xwe DAIŞ, El-Nûsra û komên din yên çete êrîşê dibe ser Kurdan. Komkujiyan pêk tîne. AKP´ê û Erdogan komkujî û derbiderkirina Kurdan ji xwe re kirine hedefa herî sereke û lezgîn. Zarok û jinan dikujin. Li navendên herî kurdperwer û pîroz yên Gelê Kurd dixin. Li malzaroka kevneşop, ol û welatparêziya Kurdan dixin. AKP´ê û Erdogan li Şingal, Kobanê û Cezîrê xist. Komkujî kirin û talan kirin. Zarok kuştin û dest avêtin jinan û sebî kirin. AKP´ê û Erdogan heta bi dawetên Kurdan diteqînin û kêf û şahiya Kurdan dewrî şîn, xwîn û girînê dikin. AKP û Erdogan hevalbendên Kurdan yên ji neteweyên din tesfiye dikin. Bi hemû hêza xwe, rê li ber Biratiya Gelan digirin. Wan Ebdulsetar El Çadir, Serokê Meclisa Eskerî ya Cerablusê kuşt.
Niha AKP pîlanek qirêj li ser Başûrê Kurdistanê amede dike. Ew dixwaze heman komkujî û xwînrijandina ku li Rojava û Bakur pêk anî û pêk tîne, li wir jî dubare bike. Dibe ku şêweyê komkujiya ku niha AKP û Erdogan amedekariya wê li Başûr dikin, hinekî cûda be, lê ji sedî sed dê hîna qirêjtir û bi xwîntir be. Ew hewla derxisitina şerekî birakujî dikin. Hedefa mezin jî, Şingalê nîşan didin. AKP´ê ji ber derçûna kesayeteyeke taybet ya Êzdiyan har û dîn bûye. Wê bi riya hevkarê xwe DAIŞ´ê pîlan dikir ku Êzdiyan bi tevahî ji holê rake û Şingalê heta hetayê di bin dagirkeriya DAIŞ´ê de bihêle, lê ev pîlan bi saya Tevgera Azadiya Kurdistanê û fikrê Rêber APO bi bin ket. Êzdî bûn xwedî rêveberî û artêş. Vê yekê AKPê û Erdogan tar û mar kir.
Hêza Êzdiyan YBŞ dikarîbû di demeke kin de xwe îsbat bike. Bi hezaran keç û ciwanên Êzdiyan perwerde bûn û çek hilgirtin. YBŞ di azadkirina Mibicê de cihê xwe girt û derbên giran li hevkarên Erdogan DAIŞ´ê xist. Beşek ji tola fermana Şingalê hate stendin. AKP û Erdogan tirsyan û dest bi dek û dolaban kirin. Ji bo Êzdî cihê xwe negrin û nebin xwedî hêzeke bi bandor û Şingal dîsa bi gewde nebe, Erdogan ketiye nava hewldanên qirêj. Her roj daxuyaniyan dide û gefan dixwe. Dibêje, artêşa Tirk wê derbasî Mûsilê bibe. Ji bo vê yekê niha Enqere hatiye himberî Bexdayê.
Wek amorê şerê AKPê yê li dijî Êzdiyan û Şingalê, mixabin PDK xwe daye pêş. Baskê girêdayî AKP´ê di nava PDK´ê de bi ser ketiye. Mixabin baskê welatparêz yê alîgirê doza neteweya Kurd û tekoşîna li Bakur û Başûr, qels û bi tena serê xwe maye. Baskê alîgerê AKP´ê destûr da dewleta Tirk ku ew bargeheke eskerî li herema Êzdiyan Başîqayê veke. Bi pîlaneke xiyanetê hin Êzdî bi pol û ritbeyan kirîn û ew li mezargeha Şerfedînê civandin û bi riya wan ji "PKK´ê xwest ku ew ji Şingalê derkeve"! Ev hemû ji bo duristkirina tevliheviyê û rewakirina dagirkeriya artêşa Tirk bû.
Medya PDK´ê her roj kampanya reşkirinê ya li dijî PKK û Êzdiyan gur û berfirehtir dike. Mijara baregehên eskerî yên dewleta Tirk li Bamernê û Başîqayê vedişêre û gelê Dihok û Hewlerê dixapîne. Di vê dawiyê de çend bûyerên tarî yên kuştina 4 welatiyên kurd yên ji Dihokê û malbateke Êzdî li Şingalê derketin holê. Bi riya vê bûyera ku xuyaye karê MIT´a Tirkan û ajanên wê ye, dixwazin şerekî birakujî di navbera Kurdan (Pêşmerge û Gerîla, Misliman û Êzdî) de durist bikin.
PDK xwe tam sipartiye AKP´ê. Ev AKP ya ku hevkariya DAIŞ´ê dike. Ya ku di dema êrîşa DAIŞ´ê bi ser Başûr ve PDK bi tena serê xwe hişt û yek gule yan jî tivingek nedayê. Ya ku niha hemû cîhan dîktatorî û komkujiya ku ew li himberî Kurdan, hêzên demokrat, çapemenî û rojnamevanan dimeşîne, şermezar dike. AKP´ya ku Bakur hilweşand, bi hezaran sivîl kuştin û Rojava jî bi riya DAIŞ´ê talan kir. PDK bûye amûra di destê AKP´ê û Erdogan de, herdu dijminên Gelê Kurd.
Divê Gelê Kurd li Dihok û Hewlerê li dijî siyaseta PDK´ê ya xizmetkirina AKP´ê û derbaskirina eskerên Tirkan ji bo xaka Başûr, dengê xwe bilind bikin. AKP xêra PDK û Başûr naxwaze. AKP di bin re tirba PDK´ê dikole û dê wê mîna ku dema DAIŞ´ê êrîş kir, dîsa bê heval û bi tenê bihêle. AKP dê bi riya baregehên xwe û ajanên ku li wir bi rêxisitin û çekdar kirine, PDK´ê têk bibe û ji holê rake.
Divê gelê me yê Dihok û Hewlerê rê li ber hevkariya PDK û AKP´ê bigirin. Divê destûrê nede hêza dijminê hebûna Kurd ku xwe bi cih bike û hewla derxsitina birakujiyê bike. Ji bo gelê me yê li Başûr divê xwîna Kurdan û biratiya wan gelekî ji tîcaret û bazirganiya di nava PDK û AKPê de bi nirxtir be.