Hevseroka NAV-BEL’ê Arîfe Soysuren êrîşa li paytexta Belçîka Brukselê ya li dijî Kurdên dengê xwe didan hat kirin, nirxand û diyar kir ku hin kom bi rojan e bi çekan û kêran digerin û got: “Me ji polîsan û rayedarên konsolosxaneyê re got, lê belê ti tedbîr negirtin.

Endamên AKP’ê, ku bi kêran êrîşî Kurdên li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Brukselê deng didan kirin, Kurdên bi navê Sûltan Ûgraş, Mahmût Yaşar û Hasan ê paşnavê wî nehat zanîn, birîndar kirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Kurd ji bo êrîşê şermezar bikin, li ber Konlosxaneyê li hev civiyan, lê careke din êrîş li wan hat kirin. Hevseroka NAV-BEL’ê Arîfe Soysuren nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP’ê da û êrîş ji ANF’ê re nirxand. Soysuren diyar kir, AKP’yî bi rojane bi kêr û çekê digerin.

Tedbîran  nagirin

Arîfe Soysuren dest nîşan kir ku ji roja destpêkirina dengdanê û vir ve AKP’yî li pey provokasyonan e û got, “Îro roja 4’an a dengdana li Ewropayê ye. Heqaretan dikin, gotinên nexweş dibêjin, afîşên me diqetînin. Tevî van hemûyan jî em bi bêdengî tevgeriyan. Me hewl dan ciwanên xwe bisekinînin. Hewldanên me bi vî rengî bûn. Dîtin ku em nayên provokasyonê, vê carê bi kêran êrîş kirin. 3 hevalên me birîndar kirin. Me beriya niha ji polîs û konsolosxaneyê re gotibû, ku tiştekî bi vî rengî dibe ku rû bide. Ji ber ku bi rojan e bi kêrê û çekan digerin. Tevî vê yekê jî ti tedbîr nehat girtin. Ev çete bi çekdarî li ber konsolosê disekinin. Hevalên me yên bi kêrê birîndar bûn, ji bo dengdanê alîkarî didan mirovan. Ji ber vê yekê bi zanebûn ew kirin hedef.” 


BRUKSEL