GULISTAN AZAK / JINNEWS / AMED

Derhêner Denîz Çankaya Salmanli, diyar kir ku çavkaniya belgefilma wê ‘Hêza Heqîqetê’ ya li ser têkoşîna jinên bi Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK) serpêhatiya mirovan a rast e û got, jiyana mirovan li Tirkiyeyê di şevekê de dikare biguhere.

Belgefilma bi navê ‘Hêza Heqîqetê’ têkoşîna jinên ji peywira cemawerî bi KHK’yan hatine îxrackirin, vedibêje. Belgefilm berhema keda kolektîf e û di heman demê de projeyeke dîroka devkî ye. Belgefilm di 5’ê Cotmeha 2017’an Roja Mamosteyan de pêk hat. Derhêner Denîz Çankaya Salmanli der barê belgefilmê de axivî. Ji ber ku behsa wan mirovan dike ku di şevekê de jiyana wan serûbinî hev bû, Denîz dibêje, jiyana mirovan li Tirkiyeyê dikare di şevekê de biguhere.

Cenabê te dikare hinekî behsa belgefilmê bike?

Hêza Heqîqetê di Gulana 2017’an de wek berhemeke qadên berxwedana Stenbolê derket holê. Bi KHK’yên ketin dewreyê, bi sed hezaran kes ji karê xwe bûn, qeyûm li saziyan hatin wezîfedarkirin, rojname hatin girtin û Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin. Ji ber vê, berxwedana KESK’iyan hebû. Li meydanên bajêr li Bakirkoy, Kadikoy û Kartalê îmze kom dikirin. Hewl didan dijhiqûqiyê bidin bihîstin. Ji ber vê jî, wan tiştên ji gel re vegotî li ber kamerayên ‘Hêza Heqîqetê’ gotin. Di belgefilmê de jiyana 13 jinên KESK´î yên ji kar hatine avêtin, cih girtiye.

Piştî OHAL’ê îxrac ji bo welat windahiyeke mezin bû. Hemû kesên hatin îxrackirin ji bo karê xwe bikin, têdikoşiyan. Pîşeyên xwe di şertên giran de kiribûn û di şevekê de jiyana wan guherî. Hîna jî nizanin sûcê wan çi ye. Ev di dîroka cihanê de mînakeke dijhiqûqiyê ye. Ev dijhiqûqî hîna bi dadgehan didome. Komîsyonên OHAL’ê hatin avakirin, lê hîna encam jê derneketiye. Em hîna bi vê rastiyê dijîn û hîn dibin. Divê em hînî vê pêvajoyê nebin.

Ev dijhiqûqî ne tenê pisgirêka kesên îxrackirî ye. Ev pirsgirêka siberojê ya me û pirsgirêka cidî ya cemaweriyê ye. Me belgefilma xwe jî li ser berxwedana 13 berxwedêrên jin vegot. Di 5’ê Cotmeha 2017’an de Roja Mamosteyên Cihanê de film ji bo cara yekê hat nîşandan.

Amadekariya çêkirina belgefilmê çawa bi pêş ket?

Hûn dikarin vê wek faliyeteke sendîkal bibînin. Ji ber ku xwediyê filmê KESK Haber-Sen û Meclîsa Jinan a KESK’ê ye. Belgefilmek e ku lîreyek lê neçûye. Em bi dostan re hatin cem hev û me dîmenên wê kişandin. Belgefilm berhemeke sendîkal e.

Peyama belgefilmê çi ye, gelo peyama we gihişt gel?

Dema belgefilmê galaya xwe kir, berxwedanê jî dewam dikir. Piştre mudaxele hat kirin. Ez dixwazim bibêjim, me nerazîbûnên li dijî belgefilmê zêde li ber çavan negirtin. Em neçar in ku gotina xwe bibêjin. Li meydanan jî wisa ye. Me wek belge xwest bikin nîşe. Me belgefilma xwe li dîrokê danî. Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Hîna jî neqediyaye. OHAL bi giştî ranebûye û didome. Rojnamevan, parlamenter girtî ne. Qeyûm tayînê şaredariyan tên kirin. Hilbijartinên herêmî bû, bi hinceta KHK’yî ne, mazbateyên hevşaredaran nedanê. Ez difikirim ku peyama me zelal e.

Xebatên we yên belgefilman wê bidomin gelo?

Êdî her tişt diguhere. Merciyên civakî êdî pirr xurt in. Em bibêjin, aktîvîzma vîdeoyê, em tenê nebêjin belgefilm. Ev xebat li gorî min pirr girîng e. Divê pêşî li tinekirina belgeyan bê girtin. Em ê aktîvîzma vîdeoyan jî, belgefilman jî bidomînin.

Li welat bi rastî jî êşên mezin û xespkirina maf hene. Ez bi israr dixwazim binê vê xêz bikim. Ji ber ku carinan dibêjin, mexduriyeta KHK’ê. Ev gotineke ne rast e li gorî min. Li gorî min tiştekî wek mexduriyetê tine ye. Xespên bi destê dewletê hene. Em aştî, azadî û edaletê dixwazin.