
Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm piştî tevlî civîna li Qahîreyê ya ji bo çareseriya qrîza li Sûriyeyê bû, ji bo tevlî civîna bi heman mijarê bibe çû Rûsyayê. Muslîm têkildarî civînê agahî dan û diyar kir ku bi civîna li dar dixin dê civîna li Qahîreyê temam bikin. Muslîm îfade kir ku di muxalefeta Sûriyeyê de girîngiya Kurdan bi geşedanên dawî zelal bûye û wiha peyivî: "Di nava muxalefeta Sûriyeyê de Kurd hêj bêhtir bi rêxistin in. Jixwe heta niha dengê xwe dane bihîstin. Di civînê de jî rola me ya girîngî dê hebe. Hem di yekîtiya muxalefetê de û hem jî di çareseriya Suriyeyê de."
'Rola me di civînê de girîng e'
Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm berî civîna li Moskovê ji Ajansa Nûçeyan Dîcle (DÎHA) re axivî. Muslîm diyar kir ku muxalefeta Sûriyeyê heta niha di aliyê ramanê de nebû yêk. Muslîm got, hevdîtinên wan ên di cîvîna Qahîreyê de erenî derbas bûn û wiha peyivî: "Em ê jî niha li vir bi vê civînê hewl bidin civîna Qahîreyê temam bikin. Rêyeke tenê heye. Heke rastî jî çareseriyeke siyasî bixwazin divê civîna Qahîreyê bi ya vir ve bikin yek. Di nava muxalefeta Sûriyeyê de Kurd hêj bêhtir rêxistînbûyî ne. Jixwe heya niha dengê xwe dan bihîstin. Hem di aliyê yekbûyîna muxalefeta Sûriyeyê û hem jî ji bo çareseriya Sûriyeyê de di vê civînê de rola me ya girîng wê çêbibe. Ev yêk dê ji bo çareseriyê bibe mînak. Pergaleke me ya ku me li Rojava avakiriye, heye. Ev pergal ji bo tevahiya Sûriyeyê modeleke mînak e. Niha em ê hewl bidin vê yekê temam bikin."
'Telafîkirina kêmasiyên li Cenevreyê'
Muslîm da zanîn ku par li Cenevreyê civîn hatin lidarxistin lê ev civîn bi ser neketin ji ber her kes nehewand. Muslim bilêv kir ku ew ê hewl bidin kêmasiyên li Cenevreyê pêk hatin di vê cîvînê de telafî bikin û wiha pê de çû: "Serkeftina vê civînê gelekî zêde ye. Xweziya civîn hêj berfirehtir bûya. Hêzên şer dikin hene. Îslamî û cihadî hene. Tu rêxistinên siyasî yên wan temsîl bikin tune ne. Aliyê civînê yê kêm ev e."
'Civînên me li Moskovê wê dewam bikin'
Muslîm bal kişand ser malovaniya civînê ya Rûsyayê û wiha axaftina xwe dewam kir: "Em zêdeyî 2 salan e bi Rûsyayê re hevdîtinan dikin. Niha ji ber ku em girêdayî doza xwe bûn û me li ber xwe da, divê her kes vê yêkê bibîne. Bi tenê Mokov na divê her kes vê bibîne. Kurd êdî aktor in. Berê jî aktor bûn niha jî bûn aktor. Vê aktoriyê bi tenê Rûsya na divê kesên din jî bibînin. Jixwe têkoşîna Kurdan hev û du temam dike. Kobanê bû nokteyeke girîng. Yanî çavên her kesî vekirin. Çavên cîhanê hemûyî vekirin. Ev jî asteke gelekî girîng e." Muslîm destnîşan kir ku êdî dê civîn li Moskovê dewam bikin.
Civîn wê li Wezareta Karên Derve ya Rûsayê ji çapemeniyê re 4 rojan dewam bike.
DÎHA / MOSKOVA