Çalakî bi amadebûna endamên meclîsa zagonsaz, endamên komîteyan, endasmên rêxistinên siyasî û gelek welatiyan pêk hat. Çalakî bi meşa beşdarên ku alên herêmê rakiribûn ji qada Azadî ber bi avahiya Saziyên Civaka Sivîl dest pê kir. Li vir di nav tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re ala herêmê li ser avahiya saziyê daliqandin. Di çalakiyê de Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd derbarê girîngiya xwedî derketina li ala herêmê de axivî û got, ev al nîşana nîva gel a azad e. Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Behcet Berekat derbarê rewşa siyasî ya Rojava û tevahî Sûriyê axivî û destnîşan kir ku pêwîste hemû welatî xwedî li Rêveberiya Xweseriya xwe derbikevin û destkeftiyên şoreşê ku bi saya YPG’ê hatine bi destxistin biparêzin.
Piştre beşdaran berê xwe dan avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û li vir jî ala herêmê li ser avahiya daliqandan. Piştî wê seroka Hikûmeta Herêmê Hêvî Mustefa axaftinek kir û ala herêmê li welatiya pîroz kir. Hêvî di axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya hevgirtina welatiyan ji bo berxwedana li hemberî êrîşên çeteyan. Çalakî bi gerandina welatiyan, wezîran û endamên meclîsa zagonsaz ji xelekên dîlanê re li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.
EFRÎN