Li nava deryayê di nava keştiyekê de koçberên bêxwedî. Di nava mij û moranê de keştiyeke bê rêber û bê qible. Li ser rêya hêviyê, deryaya mirinê. Belkî jî navê deryayê bibe qebristan di cih de ye. Îca li nava deryayê û di nava mij û moranê de navê keştiyê bala me bêhtir dikişîne.

Keştiya Alan Kurdî ya ku 65 penaber tê de ne û ligel daxwazên Elmanyayê, bi fermana Wezîrê Karê Navxweyî yê Îtalyayê Salvînî nehate qebûlkirin, berê xwe dide Maltayê.

Îna borî ji bo biçin rojavayê Ewropayê 65 penaber bi botekê ji Lîbyayê derketibûn rê û piştî ku 12 saetan li Behra Spî asê mabûn, ji aliyê keştiya alîkariyê ya Alan Kurdî ve hatibûn rizgarkirin.

Berê xwe da Maltayê

Di keştiyê de 38 kes hene û temenê wan di binya 18 salî re ne. Keştiyê berê xwe dabû girava Lampedûsayê. Lê rêveberiya Romayê sînorên xwe lê girtibû û keştî nêzî girava Lampedûsayê bû. Şîrketa Sea-Eye ya ku xwediyê keştiya Alan Kurdî ye, duh diyar kir ku wê keştî berê xwe bide Maltayê.

Rêxistina alîkariyê ya bi navê Sea-Eye ya ku navenda wê li bajarê Regensbûrgê ya Elmanyayê ye, navê keştiya xwe ya ‘Profeesor Albrecht Penck’ kiribû Alan Kurdî. Zarokê ji rojavayê Kurdistanê Alan Kurdî penaberek bû û cenazeyê wî li nêzî Bodrûma Tirkiyeyê hatibû dîtin.

 

ANF/ROMA