Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya qirker ên li dijî Rojava û ji bo hevgirtina YPG’ê, li Navenda Giştî ya Partiya Çep (Die Linke) alayeke mezin a YPG’ê hate daliqandin. Navenda li paytexta Elmanyayê Berlînê ev ala di nava pankartekê de bi cih kir ku li serê ‘Bila Elmanya piştgiriyê nede şerê Erdogan’ nivîsandibû.

Partiya Çep a ku li Meclîsa Federal 69 parlementerên wê hene ji roja destpêkê ya êrişên dagirkeriye qirker ên li dijî Rojava ve ji hikûmeta Elmanyayê dixwaze ku têkiliyên xwe yên siyasî, leşkerî û aborî ên bi dewleta Tirk re bi dawî bike.

 

BERLÎN