Di merasîmê de hunermendên wek Şehram Nazirî, Nadir Meşayêxî, Mehdî Azer Sîna, Cewad Mecabî û çend kesayetiyên din amade bûn. Li gor nûçeya BASNEWSê merasim li hola ’’Mîlad’’ a Tehranê birêve çû, berpirsê mala muzîka Îranê ligel ku behsa projeya hevbeş a Şehram û Hafiz Nazirî ’Semfonya Romya’ kir û got: ‘‘Hafiz hunermendekî ciwane û kariye di warê muzîkê de pêngavên mezin û taybet biavêje.’‘
Hafêz Nazirî jî kêfxweşiya we ji bo bidawî hatina karên albûmê nîşan da û got: ‘‘Ji 19 salî ve ji bo berdewamiya di karê hunerî de min serdana Amerîkayê kir û li New Yorkê mûzîk û çanda welatên cîhanê nas kir, ji ber vê ye ku yekem berhema min li Îranê belav dibe.’‘Hafiz Nazirî kurê hunermendê cîhanî yê Kurd Şehram Nazirî ye. Şehram Nazirî li bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û çendîn berhemên wê yên hunerî bi zimanên Kurdî û Farisî hene. Hafiz Nazirî kurê wî hunermendî ye ku di çend salên borî de wek yek ji profesyoneltirîn hunermend tê naskirin.
TEHRAN