Hunermend Ednan Kerîm albûma xwe ya nû ya bi navê “Şewba” bi civîneke çapemeniyê da nasîn. Ednan Kerîm li Salona Sînema Salîm a Silêmaniyê albûma xwe da nasîn.

Di albûmê de sê goraniyên bi navê Giryanî Nîwey Şew, Êşq û Azadî û Ezîzim-Gomî Xwên ên ji helbesteke Hêmin Mukiryanî hene.

Ednan Kerîm di civîna çapemeniyê de got, divê albûm tevî li navendên CD’yan li pirtûkxaneyan jî bên firotin.

Têkildarî albûmê kurtefîlmek jî hat nîşandan. Ednan Kerîm paşê albûmên xwe ji bo hunerhezan îmze kirin.

Album li welatê Çekya hatiye amadekirin, muzîka stranan ji aliyê Orkestraya Niştîmanî ya Çekya hatiye çêkirin.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ