Wexta mirov li pratikên di derbarê vê mijarê de mêzeke; dikane aloziya mezin a tê jiyîn bi aşkereyî bibîne. Li Bakur alfabeya Latînî, li Başûr û Rojhilatê welêt alfabeya Aramî (Erebî) tê bikaranîn. Di nivîsandina Kurdî de li Rojava Aramî û li welatên Kafkasyayê alfabeya Kîrîl were bikaranîn jî di salên vê dawiyê de li van deran alfabeya Latînî hîn zêdetir pêş dikeve. Her wiha îro li Başûr tevahiya perwerdeyê bi alfabeya Aramî tê kirin û li Rojava jî bi pêşketina şoreşê ve perwerde bi Kurdî û bi alfabeya Latînî tê pêşxistin.
Zaraveya Kurmancî bi piranî bi Latînî, lê ya Soranî bi alfabeya Aramî tê nivîsîn. Di derbarê vê yekê de rojnamevanê ji Rojhilatê Kurdistanê Aras Kardox wiha dibêje; “Ji bo Kurmancî bikaranîna alfabeya Latînî û bona Soranî jî ya Aramî pirsgirêkên nû derdixe holê. Wek mînak; dewleta Sûriyeyê biryar standiye ku di Zanîngeha Şamê de perwerdeya Kurdî were dayîn. Lê di kantonên Rojava de perwerdeya Kurdî bi alfabeya Latînî hatiye destpêkirin. Ev tê wê wateyê ku li wir du sîstemên perwerdeyê dikevin meriyetê. Ji xwe nivîskarên Rojavayî jî din bin bandora Bakur de ne û meyla wan jî li ser bikaranîna alfabeya Latînî ye. Niha ev pirs ji her demê zêdetir têne pirsîn: Kurdî bi kîjan alfabeyê bi hêsanî û rast tê nivîsîn? Bikaranîna kîjan alfabeyê li ser yekîtiya neteweyî û rewşa sosyopsîkolojîk a xelkê me wê bandoreke erênî yan neyînî bike? Di niqaşên li ser alfabeya Kurdî de ev pirs zêde nayên rojevê. Lê ev helwest pirsgirêkê dixitimîne û ji çareseriyê dûr dixe. Divê faktor, argument û pêwistiya niqaşên li ser vê mijarê gorî fîlolojî, dîrok, edebiyat û rastiya civakî ya Kurdan û ya xelkên li herêmê were kirin.”
Wer xuya ye ku herkes alfabeya ku dizane bikar tîne, lê li ser encama vê yekê serê xwe zêde naêşîne. Di derbarê vê mijarê de hinek niqaş werin kirin jî him ji objektîvîzmê dûrbûn him jî ji ber metodên ku tên bikaranîn; çareseriyek dernakeve holê. Pratîka heyî ji ber kîjan ferasetê pêk tê bera bibe; di encamê de dibe faktorekî cidî li ser ji hev cûdamayina psîkolojîk a di nava xelkê me de.
Aras Kardox ev rewşa aloz bi zelalî wiha radixe ber çavan: “Eger li Rojhilatê Kurdistanê alfabe bi Latînî bibe, wê çaxê Kurdên Kurmancîaxêv wê ji Soranî û Farisî qut bibin. Eger alfabe Aramî bibe; wê çaxê jî wê ji Kurmancên li Bakur qut bibin. Li Başûr di belgeyên fermî û tabelayan de Kurmancî bi Aramî û di hinek weşanên televîzyonan de jî bi Latînî tê nivîsîn. Eger programên rejîmên Sûriye û Îranê yên derbarê perwerdeya Kurdî jî dest pê bikin, wê çaxê bikaranîna du alfabeyan wê dewam bike û cûdahî wê hên kûrtir bibe.”
Gorî Aras Kardox bona Kurdî bikaranîna alfabeya Aramî (Erebî) avantajtir e. Kardox analîza xwe wiha zelaltir dike: “Di edebiyata me ya klasîk de alfabeya Aramî hatiye bikaranîn û wexta mirov werdigerîne alfabeya Latînî, xwendina wê dibe wek êşkenceyekê. Mirov meseleyê ji hêla dîrokî ve hilîne dest jî arşîva herêmê tev Aramî ye. Zaraveyên Kurdî; Hewramî, Kelhorî, Lekî û Lorî bi alfabeya Latînî bi hêsanî nayên nivîsîn an jî hewce dike ku mirov çend herfan lê zêde bike.”
Mirov dikane derbara bikaranîna alfabeya Latînî de pirr analîzan bike; lê di bingeha wê de bandora oryantalîzmê wek faktorê sereke derdikeve pêş.
Helbet di pirsgirêka alfabeya Kurdî de tiliya dewletên serdest jî divê neyê jibîrkirin. Parçebûna axa Kurdistanê û li ser her parçeyan bi pêşxistina polîtîkayên cûda yên bona parçekirina hestên neteweyî yên Kurdî jî bandor li ser hilbijartina alfabeyê kiriye.
Ev pirsgirêkeke stratejîk e û derbarê vê yekê de helwesteke stratejîk ê neteweyî divê. Jinedîtinêve hatin an jî betalkirin wê bi xwe re pirsgirêkên nû yên hîn kûrtir derêxe holê. Mirov ji kîjan hêlê mêzeke bera bike; wer xuya ye ku Kurd di derbarê alfabeyê de wê bi biryarekî ‘radikal’ re rû bi rû bimînin…
Alfabeya Kurdî Latînî yan Aramî?
Perwerdeya bi zimanê Kurdî îro li her çar parçeyên Kurdistanê di rojevê de ye. Derbarê vê mijarê de guftûgo tên kirin û gelek çalakî tên lidar xistin. Ji îro şûnde êdî tu dewlet nikane li pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî bigire; an îro yan jî sibehê li her çar parçeyên Kurdistanê ev yek wê wek mafekî qanûnî jî were mîsoger kirin. Lê her çiqas têkoşîn li ser bidest xistina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê were dayin jî pirsgirêka alfabeya Kurdî yan tê paşguhkirin an jî jinedîtinê ve tê.