Di ziyaretê de nûnerên ÎHD, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAD-DER), MEYA-DER, Tum Bel-Sen'ê jî amade bûn. Komê li ser gora Alî Çîçek ku di sala 1982'an de li Zindana Amedê li dijî işkence û zilma li ser girtiyan ket Rojiya Mirinê û jiyana xwe ji dest da li goristana Yenîkoyê ya Amede ziyaret kir. Komê li ser gora Çîçek rêz girt û dua xwendin. Li ser navê komê Serokê Hewldana 78'an a Amedê Ganî Alkan, axivî û wiha got: "Hevalê Alî bila dilê te rehet be. Piştî te li ser çiyayê Kurdistane bi hezaran gul û kulîlkên reng bi rengî vebûn.
Bihere li gel me malbatên hevalên ku li gel te şehît ketin jî bi mere ne. Em niha xwe bi zimanê xwe îfade dikin. Me destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ev bi xêra te û hemû hevalên di reça de te meşiyan û şehît ketine ye.
Xwişka Alî Çiçek Ayşe Çiçek, jî diyar kir ku ew bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewîne û hêsir barandin.
Ziyaret bi xwendina duayan bi dawi bû.
DÎHA/AMED