Heyva Sor bi bîr xist ku, ji ber êrîşên rejîma Sûriye û komên çekdar, bi sedan hezaran welatiyên sivîl neçar mane ku li Efrîn û Kobanê bicih bibin û bang li hemû Kurdistaniyên Ewrûpa û Saziyên Kurd kir da ku erka xwe ya mirovahî bicih bînin û bi awayekî çalak beşdarî kampanyayê bibin.  Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurdistanê derbarê pirsgirêkên jiyanî yên li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya Desteya Rêveber ya Heyva Sor a Kurdistanê de tê gotin ku, gelê Kurd yê ji destpêka bûyerên li Sûrî ve bi rêbazên demokratîk û aştiyane têkoşîna bidestxistina mafên xwe meşand, demên dawî bû armanca êrîşa hêzên rêjîmê û ya komên çekdar û weha dewam dike: “Gelê me yê aştîxwaz li Rojavayê Kurdistanê û Sûrî bêtirî 2 salan e ku ji bo bidestxistina mafên xwe yîn mirovî liber xwe dide. Ev helwest û têkoşîna gelê me bi sedem ku tevahiya herêmên Rojava û deverên ku Kurd lê dijîn bibin stargeha bi sed hezaran koçberên Sûrî. Yek ji van deveran jî, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Helebê bûn. Lê hêzên rejîma Sûrî û hin komên çekdar yên xwe weke artêşa azad binav dikin, bi çekên giran êrîşî van taxan kirin. Di encamê de piraniya wan jin û zarok, bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Ji ber van êrîşan mezintirîn pêla koçberiyê ya ber bi bajarên Rojava jî destpê kir. Di nava çend rojan de bi sed hezaran welatî berê xwe dan bajarê Efrîn û Kobanê. Ji ber vê yekê rewşa jiyan bi taybet li bajarê Efrînê ber bi xerbaiyê ve diçe.”

Deriyê sînor navekin

Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurdistanê bi bîr xist ku, wan destpêka sala 2013’an bi armanca piştgiriya gelê Rojava kampanya alîkariyê destpê kirin û hemû Kurdistaniyên ku bi berpirsiyarî beşdarî kampanyayê bûn silav kir.
Heyva Sor da zanîn ku, di encama kampanyayê de wan nêzî 600 hezar Ewro alîkarî ji bo gelê Rojava re şandine, her wiha 8 ambulans, 300 çadir û hejamreke zêde ya derman û alavên tendurustiyê jî gihandine Rojavayê Kurdistanê.
Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku, ji ber helwestên xemsar ev kampanya wan bi qasî dihat xwestin negihişte armancên xwe.
Di daxuyaniyê de trajediya jiyanî ya vê gavê li bajarê Efrîn û Kobanê jî weha tê vegotin: “Piştî êrîşa li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bajarê Efrînê yê bi sed hezaran welatî himbêz kirin, bû armanca êrîşa komên çekdar. Li gel van êrîşan, îro bajarê Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hatiye dorpêçkirin. Li aliyên din ji ber ku dewleta Tirk destûrê nade ku deriyê sînor were vekirin, alîkariyên ku li Bakûrê Kurdistanê tên berhevkirin jî, derbasî Efrîn û navçeyên wê nabin. Bê gûman girtina deriyê sînor yê Sêmalka ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê jî, pirsgirêkên jiyanê li Rojava 2 qat zêdetir kirin. Ji ber van sedeman, bi tayet li Efrîn û Kobanê, pirsgirêkên şîrê zarokan, derman û pêdiviyên jiyanê derketine asteke jorîn.”
Ji bo çaresekirina van pirsgirêkan, Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku, ew dê li gel saziyên alîkariyê yên Kurd li her devera Ewrûpayê dest bi kampanya alîkariya lezgîn bikin.

Daxwaza destê alîakriyê

Heyva Sor a Kurdistanê di dawiyê de ev bang kir: “Gelê me yên Kurd li Ewrûpayê, çawa ku bi dehê salane destê alîkariyê dirêjî gelê me yê bûye mexdûrê şer li Bakûrê Kurdistanê, çawa ku bi hemû hêza xwe ji bo erdheja li Wanê rabû ser piya, divê ji bo trajediya mirovahî ya li bajarê Efrîn û Kobanê bi rihê sefereberiyê tevbigere. Raman û fikrên wan yên siyasî çi dibin bila bibin, divê tevahiya gelê me yê Ewrûpayê, alîkariya bi Rojavayê Kurdistanê re weke erka mirovahî bibîne û bi hemû hêza xwe beşdarî kampanyayê bibe. Hêvî û baweriya me ewe ku gelê me li Ewrûpayê bi hestiyarî tevbigere û destê alîakriyê dirêjî birayên xwe yên li Efrîn û Kobanê bike.” 

KOLN




Ji Heyva Sor 2 ambulans
Heyva Sor a Kurdistanê ku navenda wê Elmanya ye, di çarçoveya alîkariya bi gelê rojava embûlansek diyarî nexweşxaneya Afrîn a li Efrînê kir û ambulansek din diyarî Heyva Sor a Kurd li Helebê kir. 2 ambulansên diyarî rojava hatin kirin bi hemû pêdiviyên tenduristiyê yên pêşketî û cûreyên derman hatine amadekirin.‬
‏‪Serokê Meclîsa Tenduristiyê li Efrîn Azad Seberî spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir û da zanîn ku tevî alîkariyan jî lê car de hemû pêdeviyên tendurstî kêmin, her wiha di rewşên aborî yên dijwar de pêdiviyên wan zê de dibin. Sebrî, bang li rêxistinên mirovî kir da ku alîkariya tenduristî bi wan re bikin. Sebrî destnîşan kir ku ji ber hejmara penaberan a zê de pêdiviyên wan zê de bû ne.‬
‏‪Endamê Komîteya Rêvebir a Heyva Sor a Kurd Dr Xelîl Sîno spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir. Rêveberê Nexweşxaneya Avrîna a Efrînê Kawa Hesen jî diyar kir ku bi alîkariya Kurdistaniyan muralê wan zê de dibe û spasiya Kurdên Ewripa kir. 

EFRÎN