Di dema alîkarî hatin şandin Hevşaredarê Nisêbînê Sara Kaya amade bû. Ji Mêrsînê 4 kamyon, ji Wanê kamyonek, ji Cizîrê 2 kamyon, ji Qoserê 3 kamyon û Nisêbînê jî kamyonek alîkarî ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê re şandin Qamîşloyê. Alîkariyên hatin şandin teslîmî Serokê Komeleya Komkirina Alîkariyên Mirovahî ya Rojava Hember Hesen û rêvebirên komeleyê hatin kirin. Li navçeya Dêrîkê jî ji bo zarokên Êzîdî tirs û travmaya jiyîn li ser xwe bavêjin bername tên lidarxistin. Bername ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Qedrîcan a Şaredariya Dêrîkê ve tên organîzekirin. Mamosteyên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê yên Şaredariya Sîlopiyê û Endamên Komeleya Xwendekarên Sîlopiyê (SODER) ji bo zarokên êzdî pêşandana sînevîzyon, muzîk û resîmê li dar xistin. Di dema bernameyê de zarokên êzdî stran gotin. Li navçeya Farqînê ya Amedê jî ji bo welatiyên êzdî xebat tên meşandin. Li Parqa Serê Gulanê ji bo 500 welatiyên êzdî qada jiyanê çêbikin dest bi xebatan hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN