Herî dawî bi riya hewayî alîkariya çek û zexîre ji Kobanê re şandin. Berdevkê Çapemeniyê yê YPG’ê Rêdûr Xelîl daxuyaniyek da Ronahî TV’ê û diyar kir ku malzemeyên tibî û cebilxaneya ji aliyê Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ve hatiye kirin, gihîştiye Kobanê. Xelîl di daxuyaniya xwe de got ku alîkarî gihîştiye lê divê ev alîkarî bidome.
Bi balafiran gihandin Kobanê
Herêma Federal a Kurdistanê ku berê daxuyandibû dê alîkariyê bidin PYD’ê ji bo vê yekê amade ne, lê ji ber ku Tirkiyeyê ji bo vekirina korîdora alîkariya mirovî nekarîne bikin, alîkariya ku dane bi balafirên kargoyê yên Amerîkayê re hatiye şandin û ev agahî ji aliyê Navenda Fermandariya Amerîkayê ve hatibû eşkerakirin. Di daxuyaniya ji navendê hatibû kirin de der barê detayan de agahî nehatibû dayîn. Di nûçeya The Wall Street Journal, Ruters û Dengê Amerîkayê ve hate dayîn de li gorî agahiyên rayedareke payebilind a Amerîka girtine bi 3 balafirên C130 ve 27 paket danîne Kobanê û ev paket gihiştine hedefên xwe.
Tirkiye ne razî ye
Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan di axaftina xwe ya roja borî de der barê alîkariya Amerîkayê ya ji bo YPG’ê de nirxandina “em ê piştgiriyê nedin helwdanake wisa” kiribû. Li aliyê din di hevdîtina Erdogan a bi Serokdewletê Amerîkayê Obama re ya bi telefonê hate kirin de tê îdiakirin ku Obana der barê alîkariya çekan de agahî daye. Di daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê de jî tê gotin ku gelê Kobanê bi komkujiyê re rû birû ye û divê alikarîya Kobanê berdewam be.
KOBANÊ