Komeke kurdên welatparêz ên ji Silêmaniyê li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê alîkariya Rojava kirin. Kurdistaniyan alîkariya xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê kirin. Welatparêzên Kurd ên xwe weke endamên Gorranê jî bi nav kirin gotin, bi sedema dagirkeriyê xuşk û birayên me ji cih û warê xwe, ji gund û bajarên xwe koçber bûne û ji ber vê jî nexwestine li hemberî vê zilmê bêdeng bimînin.
Welatparêzên Kurd Enwer Qadir, Mihemmed Zerdeştî û Mamoste Hesen 3 hezar euro li Stuttgartê radestî Heyva Sor a Kurdistanê kirin. Li ser navê Komê Enwer Qadir qala girîngiya kampanyayê kir û banga beşdarbûnê li her kesî kir.
STUTTGART