Berdevka siyaseta karê hundir a Partiya Çep (Die Linke) li parlamena federal a Elman, Ulla Jelpke beriya niha pêşniyazpirsek dabû serokatiya parlamenê da ku hikûmeta federal bersivê bidiyê. Di encama pêşniyazpirsê de ku hikûmetê pêr bersiv dayê, derket holê ku dewleta Elman yekser bêhtirî 460 hezar euro pere dane Heyva Sor a Tirk. Wekî din jixwe ji “alîkariya ji bo penaberan” a Ewrûpa û Elmanya didin Tirkiyeyê, bi milyonan euro dikevin berîka rêxistinên pereşuştinê yên malbata Erdogan bixwe. Ulla Jelpke li ser vê got, “Li Şuna ku wê rêxistineke bertîlxwur a malbata Erdogan bi milyonan euroyî zexm bike, bila hikûmeta federal êdî alîkariyê bide penaberên li Sûrî. Li Bakurê Sûrî bi sedhezaran penaberên nav Sûrî hene, ku her wiha ji ber êrişên dewleta Tirk ên dewam dikin, di rewşeke hewarê de ku pêdiya wan bi awayekî lezgîn bi alîkariyê heye. Ji ber vê jî divê êdî alîkarî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re bê kirin da ku alîkariyê bi penaberan re bike.”

Her qirûş bi kêra AKP’ê û Erdogan tê

Hikûmeta Elman li ser pêşniyazpirsê gotibû, ev alîkarî tenê ji bo projeyên tên zanîn ku ji bo penaberên li nava Tirkiyeyê ne, pereyan dide. Lê parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke, li dijî vê alîkariyê piştî bersiva hikûmetê got, “Kontrola bi destê hikûmeta federal a ku soza wê hatiye dayîn, min qanih nake. Ev pere dîsa jî ji rêxistineke alîkariyê re diçe ku hikûmeta Tirk wê kontrol dike. Ev pere ji bo projeyên diyarkirî bên bikaranîn jî, her qirûşa Hikûmeta Federal a Elman ji vê rêxistina bi bertîlxwuriyê navdar re, wê ji bo berjewendiyên rejîma AKP’ê û malbata Erdogan xirab bên bikaranîn.”

Heta niha hikûmeta federal ji bangên bi vî rengî re kerr bû, em binihêrin ka ji niha û pê ve jî wê xwe kerr bike yan hinekî be jî guh bide van bangên maqûl.

 

BERLÎN