4 wesayîtên alîkariyê yên li Ranya hatine komkirin ber bi rojavayê Kurdistanê ve hate şandin. Li Nîsêbînê jî alîkariyên hatin komkirin bi 6 wesayîtan ji Qamişloyê re hatin şandin.

4 wesayîtên alîkariyê yên li Ranya hatine komkirin ber bi Rojavayê Kurdistanê ve şandin. Kampanya alîkariya ji bo Rojava ya li navçeya Ranyayê ya Silêmaniyê ji aliyê Tora Alîkariya Rojava (THR) ve hatibû destpêkirin pêr bidawî bû. Alîkariyên li devera Ranya hatin komkirin bi du karwanan şandin Rojava. Karwana yekemîn ya ji 4 wesayîtan pêktê ber bi Rojava ve derket rê.
Endamên kampanya alîkariya Rojava ya navçeya Ranyayê diyar kir ku, karwanê alîkariyê wê îro bigihije sînorê Rojava. Endamê kampanyayê anî ziman ku, alîkariyên ji bo Rojava hatin komkirin dê radestî komîteya kampanyaya alîkariyê ya Desteya Bilind a Kurd bikin.

Alîkariya Mêrdînê gihişt Qamişloyê

Ji aliyê din we alîkariyên ji bo Rojava yên li Qoser û Nisêbînê hatin komkirin bi 6 wesayîtan ji Qamişloyê re hatin şandin. Ji roja ewil hate niha nêzî 210 ton zexîre, derman, mamaya zarokan ji Rojava re hatin şandin. Alîkarê Şaredarê Qoserê Burhan Kurhan berî alîkariyan bişîne li ber Navenda Çandê ya Mîtanniyê daxuyanî dan û diyar kir ku roj roja bi Rojava re ya alîkariyê ye û wiha got: "Em jî weke Şaredariya Qoserê û gelê Qoserê di çarçoveya kampanyayê de me 4 kamyonên alîkariyê anîn Nisêbînê. Em ji bo alîkariyan ji birayên xwe yên Rojava re bişînin li vir in. Di wesayîtan de zexîre heye. Alîkarî ji 18'ê Sibatê heta 4'ê Adarê wê berdewam bikin. Em bang li hemû kesî dikin ku bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de be."
Alîkariyên hatin komkirin ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê re ji Qamîşloyê re hatin şandin. Alîkariyên li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanniyê hatin komkirin li kamyonan hatin barkirin û şandin Qamişloyê. Wesayît ji aliyê karmendên gumrukê ve hatin kontrolkirin. Di vergerê de jî polîsan wesayît kontrol kirin. 

RANYA/MÊRDÎN