
DYA, beriya serdana Erdogan alîkariya çekan a ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi awayekî fermî pesend kir. Ev biryara DYA’yê, teqabulî serdema hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ya bi Trump re çêkir dike . Rojnameger Musa Ozugurlu yê ku ji destpêkê heta niha mijara Sûriyeyê dişopîne, di vî warî de pispor e û serwerê qadê ye, dest nîşan kir ku, divê ev biyar tenê wek alîkariya çekan neyê nirxandin û got ku, tê wateya bêyî Kurdan “tu geşedan çênabin”. Ozugurlu yê ji dihaber’ê re axivî, dest nîşan kir ku dibe ku, Rûsya jî daxilî pêvajoya vê biryarê bûbe û ev tişt gotin: “Rasteqîniya ku êdî tê qebûlkirin ev e ku; li wir Kurd dînamîkek in. Li herêmê êdî tu geşedan an jî bazarî, bêyî Kurdan nabe. Rûsya jî hat vê noqteyê. Rûs hesasiyetên Şamê jî li ber çavan digirin û dixwazin ku bi awayekî ku her du alî jî nexisirin biencam bibe. Rûsya jî difikire ku, divê li herêmê tevî Kurdan dîzaynek bê kirin. DYA, Kurdan wek mutefîk dibîne û pêşaniya wê ew e ku divê ji destkeftiyên şênber ên ku heta niha bi dest ketin, gav bi paş ve neyê avêtin. Yanî di navbera DYA û Rûsyayê de, rewşeke ku dê her du alî jî jê nerihet nebin û paşê dê her du alî jî ji hev re jestan bikin derdikeve holê.”
‘Wê Kurd DAIŞ’ê biqedînin’
Ozugurlu, dest nîşan kir ku biryara dawîn biryareke “stratejîk” e û got, dibe ku bibe “destpêka qedandina DAIŞ’ê”. Ozugurlu wiha axivî: “Dema min got jesta rûberî, min behsa vê dikir. Şam a ku mutefîka Rûsyayê ye, li dijî DAIŞ’ê şer dike. DYA jî bi awayekî li dijî DAIŞ’ê şer dike. Lê a rast ên li dijî DAIŞ’ê şer dikin Kurd in. Çimkî li hemberî Kurdan komkujiyên DAIŞ’ê hene. Muxatabên sereke Şam û Kurd in. Lê di mijara DAIŞ’ê de, muxatabên sereke Kurd in. Çimkî, şerê azadkirina herêmên xwe dikin.” Ozugurlu, anî ziman ku dê serdana Erdogan a DYA’yê bandorê li biryara DYA’yê neke û got ku, heke wisa bûna dê li benda serdana Erdogan bihatana sekinandin.
Ozugurlu, îşaret pê kir ku dibe ku Tirkiye mecbûr bimîne ku polîtîkaya xwe ya Rojavayê biguherîne û wiha got: “Wekî din çareyeke Tirkiyeyê tune ye. Erdogan dizane ku ew nikare vê rewşê biguherîne. Dibe ku ber bi guherandina vegotinê ve biçe. Dê rewşa ku bi awayekî fiîlî nikare wê bisekinîne, qebûl bike.”
DÎHABER/ENQERE