Îrem Karahan a li taxa Xaçortê ya Wanê, ji ber ku 25´ê hezîrana 2012'an  wesayît lê qelibî piyê wê yê rastê hat jêkirin. Piyê Karahanê bi emeliyatê hat jêkirin û protez bi piyê wê yê rastê ve hat danîn. Îmran bi piyê protez jiyana xwe dewam dike. Malbata wê li Dadgeha Hiqûqê ya Esliye ya Wanê doza tezmînatê da destpêkirin û bi ser ket. Lê belê, Îremê û malbata wê biryar da ku beşekê ji tezmînata madî ji zarokên Kobanê û Şengalê re bişînin, ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe bûne û mexdûr bûne. Malbat beşeke ji tezmînata digihîne Koordînasyona Alîkariyê ya Rojava û ew jî wê vê alîkariyê bigihîne zarokên Şengalî û Kobanê.

Îrem Karahanê behsa roja qezayê kir û got, dema ku hewl daye derbasî aliyê din ê rêyê bibe li milê çepê nihêriyê lê hêj fersend nedîtiye li milê rastê yê rê binihêre wesaît lê qelibiye. Ji ber wê yekê pêyekî xwe ji dest daye. Îrema piçûk got, di dema li nexweşxaneyê maye xizmên wê xercane danê û tezmînat jî qezenc kiriye û ew ê van pereyan ji zarokên Kobanê re bişîne û wiha peyivî: "Dema min zarokên Kobanê di teleziyonê de dîtin, ez bi rewşa wan pir êşiyam û xemgîn bûm. Ji ber vê yekê min xwest xercaneyên ku min kom kirine û 5 hezar TL'yê tezmînatê bidim wan. Ji piyê min bêhtir pêdiviya zarokên Kobanê bi vî pereyî heye. Protez bi piyê min ve hat danîn. Êdî hewcehiya min bi pere nîn e."


Îrem ji stranên Kobanê hez dike

Îrem Karahan dibêje ew ji strana "Kobanê îro Xemgîn e" pir hez dike û li ber xwe daniye ku dema ku mezin bû bibe doktorek.

Bapîrê Îremê, Halîs Karahan jî banga hestiyariyê li her kesî kir û wiha peyivî: "Em ê qismek ji tezminatê bexşî kooordînasyona Rojava bikin da ku bigihîne Kobanê. Ez bang li gelê Kurd tevî dikim. Bila destê alikariyê dirêjî Konbanê bikin." 


 DÎHA/WAN