Alîkariyên ji cilûbergên zivistanê pek dihatin li Stenbolê hatin berhevkirin û ber bi Kobanê û Şengalê ve hatin birêkirin. Fermandarê Jendermeyan ê Dîlokê ev alîkarî desteser kirin.

Karsaz Serhat Dîkmen da zanîn ku fermandariyê gef jî li wan xwariye. Dîkmen ragihand ku ew ê alîkariyê dewam bikin û got, "Pêwîste her kes ji bo gelê me, çi ji dest tê bike."

Hikûmeta AKP'ê ya têkildarî dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, vê carê jî hewl dide pêşiyê bigire li alîkariya ji bo Kobanê û Şengaliyan. Cilûbergên zivistanî yên ji Asya Tekstîl, Roza Tekstîl, Herdem Lîmîted, Aydin Lîmîted û Tekîn Înşaetê ve ji Stenbolê ji bo Kobaniyî û Şengaliyan ji Şirnexê re hatin şandin, ji aliyê jendermeyan ve hatin desteserkirin.


'Kamyon birin depoyê'

Rêveberê Asya Tekstîlê Serhat Dîkmen di biawa bûyerê de got, wan ji bo Kobanê û Şengaliyan roja Çarşemê ji Stenbolê alîkarî şand ji Şaredariya Şirnexê re, lê ji aliyê dewleta Tirk ve ev alîkarî hat desteserkirin.

Dîkmen weha peyivî, "Hunermend Ozlem Baglayan  careke din rica kir ku em alîkariyê bidin. Ez jî, ji ber ku bi karê tekstîlê mijûl dibim, bi hevalên xwe re axivîm; me kelûmelên weke gore, şal, fanêre, mont amade kirin. Me ev li kamyonekê bar kirin û ji bo Şaredariya Şirnexê bi rê kirin. Kamyona me bi qasî 20 kîlometroyan nêzî Dîlokê hat sekinandin û malzeme hatin desteserkirin. Kamyon birin cihekî weke depoyê li herêma Pîşesaziyê. Dest danîn ser kelûmelan."


'Emê dest deynin ser malê te'

Dîkmen da zanîn ku ajokarê qemyonê di dema bûyerê de bi telefonê li wî geriya ye û bi rêya telefona ajokar ew bi Fermandarê Jendermeyan re axiviye û got, "Fermandarê Jenderme, di telefonê de gef li min xwar. Got, 'Wê kevir li ser serê te bibarin, lingê de bişemite, lastîkê te biteqe, tu karsazî; tuyê were kifşkirin'. Behsa desteserkirina mal û milkên min kir, behsa vekirina lêpirsînê kir. Got ku di salên 90'î de tu 8 salan li girtîgehê mayê. Ev yek jî li dijî min bikar anî. Digot, 'tu bi sebiqe ye'. Ji ber wî cezayî ez ragirtî mam, lê ew ceza êdî ne sûc e. Dewlet berî me Newrozê pîroz dike! Yek ji sedemên cezakirina min tevlîbûna li Newrozê bû. Ez li Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê qeydkirî me."

Dîkmen got bi buhayê qederê 100 hezar TL'yî alîkarî hatiye desteserkirin û weha peyivî, "Ev yek berpirsyariyeke însanî ye. Gelo me ji DAIŞ'ê re cebilxane şandiye, çima em sûcdar tên dîtin?"


'Em ê dîsa bişînin'

Karsaz Serhat Dîkmen diyar kir ku gef ne xema wan e û anî ziman ku berê jî gefên bi heman rengî li hevalên wan hatine xwarin. Dîkmen got, "Eger ez li berjewendiyên xwe, tu li berjewendiyên xwe bifikirî, hingî wê meydan ji van mirovan re bimîne. Me careke din dest bi karê şandina alîkariyê kir. Em ê li cem gelê xwe bin. Ti hêz nikare me ji vê vegerîne. Pêwîst e her kes jî ji bo gelê me tiştekî bike."


ALÎ BARIŞ KÛRT/ANF




Heyva Sor li Çiyayê Şengalê ye


Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên ji bo Kurdên Êzîdî yên herêma Şengalê dewam dike.

Bi vê armancê, ji bo avakirina wargeheke nû li Çiyayê Şengalê, Heyva Sor a Kurdistanê destpêkê 100 konên malbatê, betanî, lihêv û pêdiviyên jiyana rojane bi rêya Heyva Sor a Kurd a Rojavayê Kurdistanê şandin ji bo Êzdiyên Çiyayê Şengalê.

Piştî daxwaza vegerê ya Kurdên Êzîdî ji bo Çiyayê Şengalê, saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê ji bo derfetên jiyanê ava bike, kete nava liv û tevgerê.

Bi vê armancê, li ser daxwaza Êzîdiyan, Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku li Çiyayê Şengalê hîmê wargeheke nû dayne.

Weke gava pêşî ya vê xebatê, Heyva Sor a Kurdistanê, bi rêya saziya Heyva Sor a Kurd li Rojava, 100 konên malbatî û 2 TIR´ên tijî betanî, xwarina zarokan, maddeyên paqijiyê, cil û berg  û pêdiviyên jiyana rojane şandin Çiyayê Şengalê.

Alîkariya gihişte Çiyayê Şengalê, û ji aliyê rêveberiya Meclisa Êzîdî ve hat wergirtin.

Endamê Komîteya Alîkariya Şengalê, Xelîl Hecî anî ziman ku ew ji ber xwedîderketina li Êzîdiyan a Heyva Sor a Kurdistanê kêfxweş in  û got, ji bo demên pêş pêdiviya wan hê zêdetir bi alîkariyê heye.

Şêniyên Çiyayê Şengalê jî, diyar kirin ku ji roja destpêkê ya êrîşan ve, Heyva Sor a Kurdistanê ew bi tenê nehiştine û xwedî li wan derketiye. Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê jî der barê xebatên alîkariya ji bo Kurdên Şengalê de ragihand ku ew ê ti carî alîkariyên xwe kêm nekin û ji bo bicihanîna pêwîstiyên welatiyên Êzîdî, ya ji destê wan were ew ê bikin. 


 ŞENGAL