Rêvibirya Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê nedît ku Partiya Yekîtiya Demokrat ( PYD) vexwendî (Kongreya Kurdên li derve dijîn“ bike. Ev kongre bi beşdariya bi qasî 200 kesî li Hewlerê dawiya meha derbasbûyî hate lidarxistin. Nûner û hevalên hemû partiyên siyasî jî amede bûn. Mirov dikare bêje hema ji bilî PYD û saziyên derdora wê, piraniya hêz û partiyên rojava beşdar bûn. PYD ev sansora hikûmeta başûr rexne kir û da diyarkirin ku ew di kêliya dawî de hatine agahdarkirin û ji bo wan „kerem bikin, wek mêvan lê ne wek beşdarvan“ dawet ji aliyê Fûad Hisên, Serokê Dîwana Serokatiya Herema Kurdistanê, hatiye gotin.
Serokê PYD Salih Mislim ev kiryar wek „beşek ji konsepta tenêhîştin û cihtengkirina li PYD“ şîrove kir. Mislim di hevdîtinek taybet de bi televizyona Ronahî re got ew „bi awayekî sîstematîk û zane ji kongrê hatine bidûrxistin û ev yek bi agahdariya rêvibirya başûr ji bo razîkirina hin aliyên heremî hatiye kirin“.
Dîwana İerokatiya Teremê li ser van axaftinên Mislim daxuyaniyek da û diyar kir ku «tu sansor li himberî PYD nebûye û dawetname ji nûnerê wê yê Başûr re cûye, lê ew beşdar nebûye ».
Ya rast PYD nehatibû dawet kirin û kesekî wê jî di Komîta Amedekat de nebû. Amedekariya vê kongrê ji 01.10.2011 an û vir ve tê kirin, lê PYD ji bo tiştekî nehatibû agahdarkirin û nerîna wê nehatibû xwestin.
Bê guman ji destpêka serhildana gel a Sûriyeye û heta roja îro kampaniyek reşkikrinê li dijî PYD heye. Destên dewleta tirk û AKPê de vê kampaniyê de berz in. Ji hêzên muxalefeta ereb( bi taybet Meclisa Stenbolê) û ji hêzên muxalefeta kurd tê xwestin ku ew PYD marjînal bikin. Bidin aliyekî û liderve bihêlin. Li Qamişlo 11 Partiyên Kurdên Rojava li ser daxwaza Rêvibirya Başûr û bi taybet PDK û Mesûd Berzanî meclisek ava kirin. Di vê meclisê de hewl hat dayin ku tu cih ji bo PYD neyê veqetandin. Pêşinyara PYD ê ya „lidarxistina hilbijartinan û destnîşankirina nûnerên gel bi dengdayînê“ ji aliyên tevahiya hêz û partiyên vê meclisê ve hate redkirin. Van partiyan li hev kir û meclisek sazkir ku hêza kurd ya herî dînamîk PYD liderveyî wê demîne.
Rêvibirya Başûr destetka vê siyasetê dike. Dibe ku ew bi xwe jî vê siyasetê bi hevkariya AKPê bi rêve dibe. Abdulhakîm Beşar serokê al-Partî ku nêzî PDKê ye beriya demekê daxuyaniyên tûnd li dijî PYD da û ew „bi hevkariya rejîma Şamê tewanbar kir“!. Beşar her weha hewl da ku PYD di nava gel de biçûk bike û rastiya hêza wê berovajî bike.
Ev kampaniyê bi riya derdorên girêdayî AKPê di nava kurdan de dimeşe. Yek ji mezintrîn ajan û xizmetkarê AKPê Kemal Burkay di meclisa tirkan de PYD bi „alîkariya rejîma Beşar Esed“ tewanbar kiribû. Burkay derewa xwe weha bi gewde kir“ agahî ji hin partiyên kurdên Sûriyeye ji min re hatine ku 2000 şervanên PYD destekê didin rejîma Esed û şerê serhildanê dikin“.
Konsepta li dijî PYD û Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê bi daxuyaniyên Abdulhakîm Beşar û îtîrfkariya Burkay bi dawî nebû. Her roj bi dehan nivîs û „şîrove“ di malperên muxalefeta Sureyeye de, yên ereb û yên kurdan, li dijî PYD derdikevin. Bi hemû cûreyên derew û bêbbextiyan rastî tên berovajîkirin û PYD tê reşkirin. 
Kongra Hewlerê gavek praktîk di siyaseta heremî ya li dijî tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Beriya wê kongrê Serokê Meclisa Stenbolê Burhan Galyon û dostê AKPê yê kurd Abdulbasit Seyda li Hewlerê ji aliyê Mesûd Berzanî ve hatibûn pêşwazî kirin. PDK dixwaze meclisa kurdên rojava bixe bin basikên xwe û cihekî beriz ji bo wê di nava Meclisa Stenbolê ya hevkara AKPê de bibîne. Ji ber hindê ji hemû partiyên kurdan hate xwestin ku xwe ji Meclisa Stenbolê û Kordînasyona Hêzên Demokrat( ku PYD jî endama wê ye) vebikşînin û di nava (Meclisa Niştimanî ya Kurdên Sûriyeye) de hemû bi hev re û bi yekhelwest goftûgoyan li gel muxalefeta ereb bikin. Armanca dawî ew e ku Meclisa Kurdan tevlî Meclisa Stenbolê bibe. Ev yek rola PDK di nava hêzên vê meclisê de xurt dike û AKPê jî razî dike.
Li gorî agahiyên taybet PDK ji bo Kongreya Hewlerê 1 milyon dolar mesref kir. Ew niha jî mijûlî vekirina kenalek TV yî esmanî  ji bo hêzên girêdayî wê li Rojavayê Kurdistanê ye.
Ji hêzên başûr dihat hêvîkirin ku hevkariyek netewî saz bikin û di çarçoveya vê hevkariyê de destekê bidin hêzên kurd li Rojavayê Kurdistanê. Lê mixabin ev yek heta niha nehatiye kirin. Berovajî wê, hewldan hene ku PYD bête merjînalkirin û statûyek li gorî heza dilê AKPê û DYAyê li Rojava bête avakirin.
Lê pirs li vir ew e: Gelo ev siyaset dê tenê zirarê bighêje PYD an tevahiya doza kurd li Rojavayê Kurdistanê?. Her weha gelo ewê hêzên inkarkar û alîgerên AKPê yên li dijî xwestekên netewa kurd cesaret û sûdê nebînin?.